Ziyaretvan Spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Hikûmet û Gelê Kurdistanê Dikin

Mandana Xurremî: “Li Îranê jî gelek caran ez li ser torên civakî li karên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî temaşe dikim. Ev Dezgeheke pîroze, gelek xizmet ji mirovahiyê re kiriye.”
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji bo çaremîn sal e pêşwaziyê li ziyaretvanên Îranî dike, yên ku ji Hewlêrê serdana bajarên pîroz ên başûrê Iraqê dikin. Hinek ji van ziyaretvanan daxuyaniyên taybet didin medyaya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û spasiya xwe û rûmeta xwe ji bo hêsankirin û alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, hikûmet û gelê Kurdistanê tînin ziman.
Di destpêka meha Tebaxa 2025an de û di hewayeke pir germ a çilê havînê de, ji sibehê heta nîvê şevê, otobus û mînîbus yek li dû hev digihîjin meydana Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê û ziyaretvan dadikevin, da ku hinekî bêhnvedanê bikin. Di nav ziyaretvanan de, zarok, mezin, pîr, û hetta hejmareke zêde ya xwedî pêwîstiyên taybet têne dîtin.
Şêx Beşîr Adil Gulî, Emîndarê Giştî yê Bonyada Ehliya Wilayet û Nûnerê Mercîa Dînî li Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyeke taybet de ji medyaya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re, destpêkê destnîşan kir ku ziyaretvan ji pêşwaziya gelê Kurdistanê û bi taybetî Hikûmeta Herêmê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pir razî ne. Di derbarê vê yekê de got: “Ji aliyê ewlehî, xizmetguzarî, dabînkirina cihê mayînê, xwarin, derman û ji her aliyekî ve, îsal ji salên berê çêtir pêşwazî li ziyaretvanên Îmam Husên hatiye kirin. Ji ber vê yekê, bi navê ziyaretvan û Şîeyên Herêma Kurdistanê em spasiya hikûmeta Herêmê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikin ku ewqas hêsankarî û xizmet ji bo peyrewên Mekteba Ehli Beytê dabîn kirine, ya ku li Herêma Kurdistanê hatiye kirin, gelek cihên din ne di wê astê de bûn. Xwedayê mezin xelata wan hemûyan bide.”
Fatime Elîmuradî, jineke pîr a xwedî pêwîstiyên taybet e, serî heta piyê wê reşpoş e û alayek jî di destê wê de ye ku li ser hatiye nivîsandin “Ya Husên Îbn Elî”. Dema me jê pirsî ku di vê germê de û bi vê rewşa xwe re çawa dikare rêwîtiyeke ewqas dûr bike? Wê bersiv da: “Îmam Husên, ger em canê xwe jî feda bikin, hîn kêm e. Ez par jî hatim û her ji vir çûm Bexda, Necef û Kerbela.” Di derbarê asta razîbûna wê ji hêsankarî û xizmetên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de got: “Xwedayê mezin û Pêxemberê me silavên Xwedê lê bin û îmamên me yên pak silavên Xwedê li wan bin, piştevaniya we bin, we (Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî) hemû hêsankarî kiriye û Xwedê ji we razî be.”
Mandana Xurremî, keçeke ciwan a 17 salî ye û wekî ku wê bi xwe got, nişteciha bajarê Urmiyê ye û di bersiva pirsa ku heta çi astê ji xizmetên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî razî ye de got: “Ez li Îranê jî gelek caran li karên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di Google, YouTube û torên civakî de temaşe dikim, ev Dezgeha pîroz e û gelek xizmet ji mirovahiyê re kiriye.”
Xulâm Reza Husênzade, niştecihê parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê ye û yek ji wan bi hezaran ziyaretvanan e ku spasiya xizmetên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dike. Di derbarê vê de dibêje: “Mewkîbên (tîmên) Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pir westiyan, Xwedê ji wan razî be. Li vê cihê bêhnvedanê ji bilî xwarin û vexwarinê, bijîşk û derman jî hene, hewldan jî tevî ku pir mezin in, lê pir sar in û destên wan xweş be. Bi rastî em spasiya Dezgeha we û gelê Kurdistanê dikin, pir alîkariya me kirine.”
Piyarekî ziyaretvan xwe bi navê “Hacî Nasir” dide nasîn û dibêje: “Bi giştî em spasiya gelê Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin. Em pir spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku hêsankariyên pir baş ji bo hatinûçûna ziyaretvanan kirine. Herwiha em pir spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikin, bi rastî wan erkên pir mezin ji bo xizmetkirinê qebûl kirine. Çar sal e ev sînor ji bo ziyaretvanan hatiye vekirin ku em ji vir bi hêsanî dikarin serdana mezarên îmamên xwe yên pîroz bikin. Her wiha dabînkirina cihên ewqas mezin û fireh û bi hemû xizmetguzariyên xwe ve li vê pêşangeha navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi rastî cihê destxweşî û spasiyê ye. Serweriya şehîdan Îmam Husên silavên Xwedê lê bin, piştevaniya we be.”
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, hefteyek berî hatina ziyaretvanên Îranî ji bo beşdarbûna merasîma şînê ya çilê Îmam Husên, dest bi amadekariyê kirin û li Pêşangeha Navneteweyî ya li Parka Şehîd Samî Ebdulrehman a Hewlêrê, cihê bêhnvedanê (bi xwarin û vexwarin û xizmetên tenduristî) ji bo wan dabîn kirin.
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, par jî pêşwazî û xizmeta zêdetirî 150 hezar ziyaretvanên Îranî kirin, yên ku ji bo beşdarbûna merasîma şînê ya çilê Îmam Husên, piştî bêhnvedana wan li Hewlêra paytext, serdana (Bexda û Kerbela) kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest