Şandeya Zanîngeha Knowledge serdana BCF û Mala Mîrateya Barzanî kir

Şandeyeke berfireh a Zanîngeha Knowledge ku ji nêzîkî 120 xwendekaran pêk hatibû, bi serperiştiya Dr. Ehmed Dizeyî, Serokê Zanîngeha Knowledge, û bi amadebûna Lijneya Xwendekar û Ciwanên Zanîngehê û hejmarek ji mamosteyan, li rêkefta 09/11/2026an bi geşteke çandî û dîrokî serdaneke meydanî ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Mala Mîrateya Barzanî encam dan.
Di destpêka serdanê de, şandeya Zanîngeha Knowledge ji aliyê Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve, pêşwazî lê hat kirin. Paşê li hola civînên dezgehê, semînarek ji aliyê Semîr Nizarî, Berpirsê Beşa Mîrateya Barzanî ve, pêşkêşî xwendekaran hat kirin. Di semînerê de bi hûrgilî ronî li ser aliyên jiyan, nirxên mirovî û jîngehparêzî û qonaxên diyar ên têkoşîna Barzaniyê nemir xistin.
Di beşa dawî ya serdanê de, şandeya Zanîngeha Knowledge serdana “Mala Mîrateya Barzanî” ya li Keleha dîrokî ya Hewlêrê kir û ji nêzîk ve bi arşîv û dîroka mîrateya têkoşîna rizgarixwaziya gelê Kurdistanê li ser destê Mela Mistefa Barzanî, zêdetir agahdar bûn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest