Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser şehîdbûna hejmarekî zêdeyê hemwelatiyên medenî û hêzên asayîş li xwepêşandanên Iraqê beyannameyek belav dike ku eve jî naveroka wê ye:
Zêdetirê dû mehe li Bexdaya paytext û parêzgehên Başûr çendîn xwepêşandanên aştiyaneya medenî birêve diçê û ji bo daxwazkirina mafên medenî û civatî yên bi navê jiyanekî hêja ya ji bo Iraqiyan, li derencama xwepêşandanan çendîn rûdanên karesatbar pêkhat ku bû sedema şehîdbûna hejmareke zêdeyê hemwelatiyên sivîl û kesên ji hêzên asayîş.
Em wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevxemî û serxweşiya xwe ji bo malbatên şehîdan radigihînîn û hêviya bi lez başbunê ji bo birîndaran dixwazîn. Li heman demê da hevxemî û serxweşiya Serok Mesûd Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê bi qurbaniyan radigihînîn û amadeyîn ji bo pêşkêşkirina hevkariyên pêwîst yên bi navê kêmkirina xem û êşên wan.
Em li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nerazîbûn û nerehetiya xwe li qurbanîbûna hejmareke zêdeyê xelkê sîvîl radigihînîn. Ji bo wê yekê daxwaz ji aliyên peywendîdar dikîn ku hemû hewlek bi navê rêzgirtina li prensîpên miroviyan bidin.
Li heman demê de bi erkê xwe dizanîn kar bikîn bi navê dirêjkirina destê hevkariyê ji bo wan kesên ku pêwîstiya wan bi hevkariyê heye. Her wekî çawa di demên derbasbûyî da me hevkariya tevahiya pêkhatên civaka Iraqî bi bêyî hîç cûdahiyek li tevahiya parêzgehan kiriye û me rolekî bilind li pêşkêş kirina xizmetguzariyê ji bo koçberên navîn û xwarê ya Iraqê li Herêma Kurdistanê kiriye. Sozê bi gelê Iraqê û bi taybetî xort û ciwanan didîn ku parêzerê rêbazê Barzaniyê Nemir bîn û berdewam bîn li peyrew kirina wê rêbaza bi navê xizmeta mirov û mirovayetiyê.