LI BANGLEDEŞ BINKEYEKÎ TENDIRÛSTIYÊ JI BO PENABERÊN ROHÎNGYA HATE VEKIRIN

Bajarê Koks Bazar ya li Bangledeş bûye mala nêzîkî mîlyonek penaberên Rohîngî Borma ku bi sedema tundiyan welatê Bormaya bi cîh hiştine û rû li Bangledeş kirine.

Tîmekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta nirxandina rewşa penaberan serdana welatê Bangledeş kirin. Li duvdaçûnan da kêşe û gîr û giriftên penaberên misilmanên Borma li nav wargeha Kutupalonga ya bajarê Koks Bazar li Bangledeş hate diyar kirin û biryardan ku binkeyekî tendirûstiyê li wargehan da bê vekirin.

Kêşeya tendirûstiyê li wargeha Kutupalong metirsî li ser jiyana 700 hezar penaberên nîştecihê wargehê dirûst kiriye, ev binkeya tendirûstiyê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina Med Global ve ji bo penaberan li wargehê de tê vekirin.

Li vê binkeyê da pişkinîn û çareseriya tendirûstiyê pêşkêşî penaberan tê kirin û hewl didin li rûyê tendrûstiyê ve asayîşa jiyana penaberan de zêdetir piştrast bibin û rojane çareseriya pişkinînê ji bo 500 nexweşan têda tê kirin.

Her li vê projeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo xizmetkirina penaberên Rohîngî Borma li Bangledeş, şîv ji aliyê tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve pêşkeşî beşek ji penaberan kirin.

Wargeha Kutupalong li welatê Bangledeş dikeve sînorê Borma û zêdetirê 700 hezar penaber têda nîştecihe û mezintirîn penageha penaberane li seranserê cîhanê da. Mezintirîn kêşeya wan li vê wargehê de li kerta paqijî û tendrûstiyê da ye. Li %60 avê wargehê pîse û bi kêrî xwarinê nayê û rêjeya nexweşiyê qiran û metirsîdar gelek bilinde. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yekemîn rêxistine li ser asta Kurdistan û Iraqê hevkarî gihandiye vê wargehê

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest