PERTÛKXANEYEK JI BO ÇAKSAZIYÊN ZILAM Û JINÊN LI SILÊMANÎ DIRÛST KIRIN

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sponseriya projeya dirûstkirina kitêbxane ji bo navenda çaksaziya zilam û jinên Silêmanî kir û qonaxa yekema projeyê hate bi cîhkirin.

Li vê projeyê da 4500 pertûk hate dabîn kirin û li çaksaziya zilam û jinên Silêmanî da li pertûkxaneyek da têne danîn û bê beranber pêşkêşî wan tê kirin. Ev proje bi navê (Bi kitêbxanekirina çaksaziyan) destpêkiriye û çend rêxistin û kompanyayek hevkarî pêşkêşî vê projeyê kirine û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sponserê serekiya projeyê ye.

Wiha biryare ev proje li parêzgehên Hewlêr û Dihok jî bê bi cîh kirin û li navendên çaksaziyan da bi mebesta xwendina kitêb, kitêbxaneyên modern bêne dirûst kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest