Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî daxwaza bi hanaveçûna xelkê Rojavayê Kurdistanê dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bangawaziyek bi mebesta bi hanaveçûna xelkê Rojavayê Kurdistanê ku niha li rewşeke nebaş ya mirovîdane, daxuyaniyek belav kir ku eve jî naveroka wê ye:

Rewşa Rojavayê Kurdistanê li rewşekî mirovî ya nebaş û xerapdaye, hezaran mirovên bêguneh ji jin û zarok metirsiya jiyanê li ser wan heye û bi vê sedemê jî mal û warên xwe bi cîh hiştin û koçberbûn.

Di demek da hêvîdarîn her çi zûye dawî bi şer û malwêraniyê bê, heman demî de radigihînîn ku me amadehiyeke tevahî heye ji bo bi hanaveçûna xelkê sivîlê Rojavayê Kurdistanê û daxwaz ji hemû Kurdistaniyan, rêxistin û dezgeh û saziyên miroviyên cîhanê dikîn, her wekî çawa li berê li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hevkariyê pêşkêşî xelkê koçber û penaberan kiriye bi heman awayî palpiştê me bin ji bo wê yekê ku bi hanaya xelkê sivîlê Rojavayê Kurdistanê ve biçîn û êşên wan kêmbikîn. Li heman demî de daxwaz ji desthilata Rojavayê Kurdistanê dikîn rêxweşkerbin û ji bo gihandina hevkariyan hêsankariyeke tevahî ji bo tîmên Dezgehê bikin.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
12 Cotmeha 2019

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest