Pêdiviyên zivistanê ji bo koçberên wargeha Dîbege hate dabîn kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dewleta Îmarat helmetekî mezina pêşkêş kirina pêdiviyên zivistanê ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê da birêvedibin.

Rêkefta 09.01.2019 li destpêka helmeta hevbeşa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Heyva Sora Îmaratî pêdiviyên zivistanê ji bo 1822 malbatên nîştecihê wargeha Behirke dabîn kirin.

Birêz Îsmaîl Abdulezîz Berpirsê Beşa Hevkarî û Hawar Hatinê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di derbarê vê projeyê de got:”Destpêka vê projeya me ku dabîn kirina pêdiviyên zivistanê ye li wargeha Dîbege û 1822 malbat têda sudmend dibin. Ew pêdiviyên ku li vê helmetê da têne dabeş kirin ji sobe, betanî, cilubergên zivistanê û sêtên avê” pêkhatiye.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewame li dirûstkirina pira peywendiya di navbera koçber û penaberan û xelkê lêqewimiyê Kurdistanê li gel rêxistin û navendên cîhanî û li vê rêyê ve pêdiviyên wan dabîn dike.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest