Bi mebesta zêdetir rûnkirina kar û çalakiyan û nasandina armancên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, şandekî bi serpereştiya birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana revenda Kurd ya li her dû welatên Fransa û Swîsreyê kir.
Rêkefta 14.12.2018 Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel revenda Kurd li Fransa da civiya. Li civînê de behsa rewşa mirovî ya li rojhilata navîn û rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser gihandina dengê lêqewimiyan û peyama mirovî ya bi rêxistinên alîkarbexşên Fransa û nûnerayetî kirina wan kir.
Roja din rêkefta 15.12.2018 şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi serpereştiya Serokê DXB serdana revenda Kurd li Swîsre kir û ji aliyê nîştecihên Kurdên wî welatî ve hatin pêşwazî kirin. Li vê hevdîtinê de jî wekî hevdîtina din behsa girîngiya rola Kurdên nîştecihên wî welatî ya li gihandina dengê lêqewimiyan bi rêxistin û navendên mirovî û alîkarbexşan kir.