DXB BEŞDARÎ LI KONFERANSA KOMÎSYONA BILINDA PENABERAN YA DIYALOGÊ KIR

Rêkefta 19.12.2018 konferansa Komîsyona Bilinda Penaberan ya Diyalogê bi beşdariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Cenev birêveçû û têda birêz Awat Mistefa Balyozê DXB li Cenev gotarek pêşkêş kir.

Birêz Awat Mistefa li gotara xwe de tîşk xiste li ser zêdetir hevkarîkirina Herêma Kurdistanê li xizmetkirina penaberan û koçberan bo ku bikarin jiyanekî hêjatir ji bo wan dabîn bikin. Her wiha Balyozê DXB daxwaz kir ku rewşa jînge bixin pêşîneya pêşxistina civaka navdewletî li Herêma Kurdistanê û hevkariya parêzgehan bikin bi mebesta paqij ragirtina jîngehê. Her wiha gotara DXB ji aliyê beşdarbûyên konferansê ve hate pêşwazî kirin û birêz Monîka Parît Serokê ECHO ya Yekîtiya Ewrupa got ev babet dibê plana bernameya me ya li paşarojê li Iraqê da.

Birêz Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê li beranber pêşkêş kirina xizmetguzariyê bi koçber û penaberan ve take parêzgerê welatê Iraqê bû li konferansê da beşdar bû û bi birêz û bi girîngiyê ve behsa rola DXB ya li xizmetkirina mirovayetiyê li seranserê Iraqê da kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest