WEZÎRÊ DERVEYÊ ALMANYA SERDANA WARGEHÊN HESENŞAM KIR

Îro rêkefta 19.12.2018 bi mebesta ji nêzîk ve agahdar bûna rewşa koçberan, birêz Hêyko Mas Wezîrê Karubarê Derveyê Almanya serdana wargehên Hesenşam kir ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û EJCC û UNHCR ve tê birêvebirin.

Li vê serdana birêz Wezîr ya li wargehên Hesenşam de, ji aliyê Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hate pêşwazî kirin û rewşa koçberan hate nirxandin û balkişandin li ser dûbare vegerana koçberan li nav wargehan ku bi sedema xerapiya rewşa xelkê li nav parêzgeha Nînowa û ava nekirina navçeyên wan ya piştî şerê Da’îş.

Wezîrê Derveyê Almanya li nêzîk ve li gel malbatên li nav wargehê civiya û rewşa jiyana wan nirxand.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest