PEYAMA PÎROZBAHIYA DEZGEHA XÊRXWAZIYA BARZANÎ YA JI BO HELKEFTA HATINA SALA NÛ YA 2019

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî hemû karmend û xwebexşan û dost û palpiştkaran û rêxistinên alîkarbexşan dike û hêvî dixwazê sala nû dawî anîna wan hemû êş û meynetîyan bê ku bi her sedemekê cûda li ser çînên navçeyê û cîhanê da hatine, eve jî naveroka peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina sala nû ya 2019 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bilî pîrozbahiya li tevahiya gelên cîhanê û Kurdistanê heman demî de pîrozbahiyek taybet pêşkêşî karmendan û xwebexşan û wan kesayetî û xwediyê kompanya û rêxistinên komekbexş dike ku bi berdewamî li salên derbasbûyî de hevkar û hevpîşebûn ji bo kêmkirina wan êş û azarên li ser çîn û tûwêjan da hatin û pêkve me karî barê giranê ser milê lêqewimiyan û koçber û penaberan kêmtir bikîn.

Hêvî dikîn sala nû salekî pir xêr û bereket bê û sala dawî hatina ne aramiyan bê, bi taybetî ji bo koçber û penaberan ku çendîn sale bi sedema xerabiya rewşa emnî ya bajar û welatan li koçberiyê da li Herêma Kurdistanê da dijîn û rê xweşker bê ji bo vegerana wê hejmara zêdeya koçber û penaberan li ser axa bab û bapîrên xwe û dûbare bikarin dest bi jiyanekî nû bikin.

Dûbare hatina sala nû pîrozbê.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest