4 SARKER JI BO BANKAYÊN XWÎNÊ YA KURDISTANÊ HATE DABÎN KIRIN

Karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li helmetekî xwîn bexşînê de beşdar dikin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistinên (HIS, Edinburgh Direct Aid û Global Samaritan Resources) sarkerê plazma ji bo hilgirtina xwînê pêşkêşî bankên xwînê ya Herêma Kurdistanê kir.

Îro rêkefta 16/10/2018 li navenda Banka Xwîna Hewlêrê bi amadebûna Serok û Karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Birêveberê Giştî yê Tendirûstiya Hewlêrê 4 amêrên sardkerên plazma pêşkêşî bankên xwînê ya li Herêma Kurdistanê kirin.

Her li vê rojê da karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta hevkarîkirina nexweşan, li navenda Banka Xwînê ya Hewlêrê helmetekî xwînbexşînê birêvebir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest