Rewac Hacî: ”Dema Barzaniyê Nemir piştî 12 salan ji Sovyetê vegeriya, li Basra pêşwaziyekî mezin lê hate kirin, ji bo wê yekê me li beranber xelkê Basra hestekî cûda heye”
Piştî wê rêkefta 29.08.2018 tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta dabîn kirina ava vexwarinê berev parêzgeha Basra birêket, îro rêkefta 30.08.2018 gihîştin parêzgehê û 100 hezar setên ava vexwarinê ku dike milyonek û dû sed hezar butlên avê li ser nîşteccihên parêzgeha Basra da dabeşkir.
Li parêzgeha Basra da ava vexwarinê bi sedema demsala havînê û kêmbûna asta rûbaran kêm kiriye û li hinek cihan pîs bûye ku bi kêrî vexwarinê nayê. Bi vê sedemê beşek ji hemwelatiyên wê parêzgehê tuşî nexweşiyê bûne.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemû demek amadeye ku hevkariyên xwe bigihîne her navçeyek ku pêwîst bike û birêz Rewac Hacî Berpirsa Beşa Ragihandin û Lêkolînê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vî derbarî de daxuyaniyek da û got: ”Niha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dezgehekî navdewletiye û pêwîst dike li karesatên navdewletiyan da hebûna xwe hebê û amade bê ji bo çareserkirina qeyran û kêşeyan.”
Di derbarê rewşa parêzgeha Basra de rêzdar got: ”Piştî wê yekê ku li rêya ragihandinê ve agahdar bûyîn ku ew karesat li parêzgeha Basra rû daye û piştî wan raporan ku ji çavkaniyên mirovî ve bi destê me gihîştin, em agahdar bûn ku rewşa bajar berev xirapiyê ve diçe û xelk ava paqij bi dest nakeve, eve jî wiha kiriye bi hezaran kes wekî ku tê behs kirin zêdetirê 15 hezar kes ketine nexweşxaneyan. Ji bo wê yekê me biryar da ku hevkariyê ji bo wê parêzgehê dabîn bikîn. Li rûyekî din ve jî Basra ji bo me bîranîneke mezina Barzaniyê Nemir têdaye, dema Barzaniyê Nemir piştî 12 salan ji Sovyetê vegeriya li Basra pêşwaziyekî mezin lê hate kirin, eve wiha kir ku em wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li beranber Basra hestekî cuda hebê. ”