Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji destpêka derketina şer û avabûna rewşeke aloş û nebaş û koçberbûna bi hezaran malbat li Rojavayê Kurdistanê ve, li ser raspardeya Cenabê Serok Barzanî, kampanyayeke berfireh ji bo komkirina alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin. Belavkirina alîkariyan jî ji aliyê tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve bi awayekî zêde û berdewam in û rojane di warên cuda de xizmetguzarî û alîkarî ji koçberan re têne pêşkêşkirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bilî pêşkêşkirina alîkariyan, dibe pireke xurt di navbera xelkê Rojavayê Kurdistanê û rêxistinên navxweyî û navneteweyî de, da ku bi awayekî herî baş karibe li Rojavayê Kurdistanê xizmeta xelkê koçber û ziyanberketî bike.
Kampanyayên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi piştgiriya bexşeran ji hemî beşên civakê, di asteke berfireh de heta niha jî berdewam in.
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku ji zêdetirî 150 karmendên hemî nivîsîngehên dezgehê pêk tên, di warê xwarin, tenduristî, lojîstîk û qadê de xizmetê didin welatiyên Rojavayê Kurdistanê.
Heta berê sibeya 29/01/2026, amara alîkariyên mirovî yên ji bo Rojavayê Kurdistanê wiha bû:
206 barhilgirên alîkariyên xorekî, ne-xorekî, pizîşkî û sotemeniyê gihîştine Rojavayê Kurdistanê.
6,609 malbatên koçber ji alîkariyan sûdmend bûn.
Li 150 dibistanên cîhên niştecîhbûna koçberan alîkariyên xorekî û ne-xorekî hatine belavkirin.
198,657 lître sotemenî li 169 dibistan û 9 mizgeftan hatine belavkirin.
19,979 danên xwarinên germ li 52 dibistan û 3 mizgeftan hatine belavkirin.
3,160 kes li 41 dibistanan çareserî û tedawiya pizîşkî wergirtine.
418 derfetên kar hatine peydakirin.

















