Mûsa Ehmed: Armanca Me Şefafîyet e di Karê Xêrxwazî û Mirovî de û Em Spasiya Hemû Gelê Kurdistanê Dikin

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, daneyên belavkirina alîkariyan li Rojavayê Kurdistanê eşkere dike, herwiha spasiya bexşeran û hemû gelê Kurdistanê dike.
Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, roja Sêşemiyê 27/01/2026, di civîneke çapemeniyê de li Qamişlo, amar û agahiyên derbarê gihandina alîkariyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê eşkere kir.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku, li ser raspardeya Cenabê Serok Barzanî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi şanaziyeke mezin bi karwaneke gelek mezin gihîştine Qamişlo û rojane xizmetguzarî û alîkariyên cûrbecûr pêşkêşî xelkê Rojavayê Kurdistanê dikin. Wekî ku anî ziman, heta niha:
165 barhilgirên alîkariyan gihîştine.
9,180 malbat – 57,955 kes ji alîkariyan sûdmend bûne.
Kelûpelên navmalê 22 cûr in.
Li 108 dibistanan alîkarî hatine belavkirin.
Neft ji bo 8 mizgeftan hatiye peydakirin.
Belavkirina xwarinên germ berdewam e û îro jî li (Dêrik û Amûdê) tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xwarinên germ belav dikin.
Heta niha 9,930 danên xwarinên germ li 15 dibistan û 3 mizgeftan hatine belavkirin.
Tîmên pizîşkî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî serdana 34 dibistanan kirine û 2,749 kes çareseriya pizîşkî wergirtine.
Ji bo 289 kesan derfetên kar hatine peydakirin. Hejmara xwebexşan jî ji bo piştgirî û alîkariya tîmên dezgehê di belavkirinan de roj bi roj zêde dibe.
Serdana 116 navend û cîhên niştecîhbûna koçberan hatiye kirin.
Diyar e ku dibistan û mizgeftên bajarên Rojavayê Kurdistanê, hejmareke mezin a koçberan tê de hatine bicihkirin.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, herwiha destnîşan kir ku, beşek ji pêdiviyên koçberan ên ku di nav alîkariyan de nebûn û pêwîstiyên rojane ne, li bazarên Rojavayê Kurdistanê têne kirîn.
Herwiha spasiya wan guhertin û coşa karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir, ku “bi şahidiya xelkê û dezgehên ragihandinê, dibînin rojane zêdetirî 16 saetan di nav koçberan de kar dikin.”
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bal kişand ser yek ji pirsgirêkên li pêş belavkirina alîkariyan, ku cûreya rêxistinkirina alîkariyan e, wekî ku anî ziman, pêwîst e dezgeh û aliyên komkirina alîkariyan bi hûrgilî alîkariyan pakêt bikin û pêşî li cûreyên pêdiviyên zarûrî bidin. Wî got: “Armanca me şefafîyet e di karê xêrxwazî de.” Herwiha destnîşan kir ku, alîkarî bi hevahengiya tevahî ligel Heyva Sor a Kurdî têne belavkirin.
Di nav wan de: Kon, sotemenî, sobe, xwarin, raxistok, nivîn, pakêta tenduristî û paqijker, cilûbergên nû û setên aşxaneyê û heta lîstokên zarokan jî ku ji bo dilxweşkirina zarokekî ku ji ber koçberbûna wan û malbata wan derûniya wan xera bûye, ev e jî gelek girîng e.
Wî herwiha dûpat kir ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, xwedî ezmûna xizmetkirina zêdetirî du mîlyon koçberan di kampan de ye, lê li Rojavayê Kurdistanê koçber di nav kampan de nînin û barhilgir nikarin bikevin nav kolanan, loma tîmên rêxistinkirî û belavkarî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, neçar in hemû baran daxînin û careke din bi barhilgirên biçûktir û otomobîlan alîkariyan li kolan û dibistan û mizgeftan belav bikin.
Pirsgirêkeke din ku Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tiliya xwe danî ser, qelsbûna pirê derbasbûna barhilgirên alîkariyan li ser sînor e, ku ji ber vê yekê barhilgir nikarin ji 12 tonan zêdetir bar bikin.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di beşa dawî ya axaftina xwe de tekez kir ku, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di hewldanê de ye ku alîkariyên mirovî bigihîne Kobanê û bajar û gundên din ên Rojavayê Kurdistanê jî.
Herwiha spasiya dezgehên ragihandinê kir ku her dem piştgir û alîkarê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bûne. Herwiha spasiya karmendên Heyva Sor a Kurdî û xwebexşan kir, ku ligel tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di vê çalakiya mirovdostî de alîkariyê dikin.
Karwanê şeşemîn ê alîkariyan ku ji 45 barhilgiran pêk dihat di 26/01/2026 de ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve bo Rojavayê Kurdistanê hate şandin, bi vê yekê jî rêjeya alîkariyan û hejmara sûdmendan zêdetir dibe.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest