Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, daneyên belavkirina alîkariyan li Rojavayê Kurdistanê eşkere dike û tekez dike ku ew di hewldanê de ne ku alîkarî bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê jî li xwe bigre.
Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, roja Yekşemê 25/1/2026, di civîneke çapemeniyê de li Qamişlo, amar û agahiyên derbarê gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo Rojavayê Kurdistanê eşkere kir.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku, li ser raspardeya Cenabê Serok Barzanî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi şanaziyeke mezin bi karwaneke gelek mezin gihîştin Qamişlo û rojane xizmetguzarî û alîkariyên cûrbecûr pêşkêşî xelkê Rojavayê Kurdistanê dikin. Herwiha got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, îro bi destên tije xizmeta xelkê Rojavayê Kurdistanê dike û tişta ji destê me tê, em ê xizmeta wan bikin. Bi piştgiriya Xwedê û rêkarên Cenabê Serok Barzanî, em ê di belavkirina van alîkariyan de berdewam bin.”
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, daneyên belavkirina alîkariyan li Rojavayê Kurdistanê bi vî rengî eşkere kir:
Di kêmtirî 72 demjimêran de:
114 barhilgirên alîkariyan gihîştine Qamişlo.
5,827 malbat ku dike 34,227 kes ji wan alîkariyan sûdmend bûne.
30 dibistan hatine destnîşankirin û selikên xwarinê, doşek, betanî, pakêtên tenduristiyê, mirîşk, mast û gelek pêdiviyên din ku ji 22 cûreyan pêk tên, hatine belavkirin.
81 dibistan sotemeniya gazoilê ji wan re hatiye peydakirin.
4,000 xwarinên germ hatine belavkirin.
Sê mizgeft û çar dibistan hatine destnîşankirin û rojane 300 danên xwarinên germ tên belavkirin.
Tîmên tenduristiyê ku ji xebatkar û pizîşkên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hikûmetê, xwebexş pêk tên, çareseriya pizîşkî ya destpêkî pêşkêşî 1,367 kesan kirine.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo 200 kesan derfetên kar peyda kiriye.
Alîkarî li (Qamişlo, Dêrik, Amûdê û Girkê Legê) hatine belavkirin û hewl didin ku li bajar û gund û bajarokên din jî ew alîkarî bên belavkirin.
150 karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Rojava ne û heta derengiya şevê dixebitin. Rojane 12 tîmên meydanî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di yek demê de li 12 cihan alîkariyan belav dikin.
Bi piştgiriya Rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, plan heye ku 536,000 lître gazoilê bo Qamişlo bê şandin.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di beşa dawî ya axaftina xwe de destnîşan kir ku, Cenabê Serok Barzanî, bi berdewamî di hewldanê de ye ku bi rêya têkiliyên xwe şer rawestîne û rêyên gotûbêj û çareseriya aştiyane bigire. Herwiha tekez kir ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di hewldanê de ye ku alîkariyên mirovî bigihîne Kobanê û bajar û gundên din ên Rojavayê Kurdistanê jî.
Di heman demê de spasiya dezgehên ragihandinê kir ku her dem piştgir û alîkarê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bûne. Herwiha spasiya karmendên Heyva Sor a Kurdî û xwebexşan kir, ku ligel tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di vê çalakiya mirovdostî de alîkariyê dikin.













