Şandeke bilind a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) li Sûriyeyê, bi serokatiya James Karanja – Berpirsê Qadê yê UNHCR li Qamişlo – di 24ê Çileya Paşîn a 2026an de serdana Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarê Qamişlo kirin û ji aliyê Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve, bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di çarçoveya serdanê de, civînek di navbera şanda UNHCR û Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de pêk hat, tê de rewşa mirovî ya herêmê û rewşa dijwar a koçberan hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekez kirin ku koçber di rewşeke nebaş de dijîn û pêwîstiya wan bi alîkarî û piştgiriyeke zêdetir heye.
Paşê şand serdana komgeh (embar), aşxane û cîhên belavkirina alîkariyan kirin, ku ji aliyê tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve ji bo koçberan û xelkê Rojavayê Kurdistanê dihatin belavkirin.
Di dema serdanê de, endamên şanda UNHCR sosretî û rûmeta xwe li ser kalîteya kelûpelan, rêxistinkirina kar û plana qadê, bi taybetî di warê aşxane û paqijî û rêxistinkirina cîhan de, anîn ziman.
Di dawiyê de, şanda UNHCR spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kirin ji bo hewldanên xêrxwazî û mirovahiyê, û hêviya serkeftin û pêşketineke zêdetir di karûbarên mirovahiyê de ji bo wan xwestin.



















