Medya Navxweyî û Derve ya Herêma Kurdistanê Weşana Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Li Rojavayê Kurdistanê Dikin

Li ser daxwaza rasterast a Serok Mesûd Barzanî, bi amadebûna serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ligel tîmên dezgehê, karwana alîkariyên xorekî û ne-xorekî ku ji 67 barhilgir pêk dihat, gihîşt Qamişlo û li ser koçber û mexdûran de hate belavkirin. Medya navxweyî û derveyê Herêma Kurdistanê jî girîngiyeke tevahî didin vê mijarê.
Piştî ku xelkê Rojavayê Kurdistanê, ji bajar û gundan, pêşwaziyeke germ û berfireh li karwanê alîkariyên mirovahî û tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kirin, ku ji Herêma Kurdistanê û bi rêya Deriyê Sînorî yê “Sêmalka” ve gihîştin deverên Rojava, bi taybetî bajarê Qamişlo, di roja Pêncşemê, 22/01/2026 de dest bi belavkirina alîkariyan kirin.
Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ligel tîmên dezgehê li Qamişlo amade ye û bi hevahengiya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, karwanê herî mezin ê alîkariyê ku ji 67 barhilgiran pêk tê û 22 cûrên cuda di xwe de dihewîne, li ser koçber û ziyanberketiyan belav dikin. Herwiha, piştî lêkolînan xizmetguzariyên pizîşkî, derman û çareserî ji birîndar û nexweşan re têne peydakirin.
Ev karwan di çarçoveya hewldanên mirovahî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û bi hevkariya bexşînerên navxweyî û derveyê Herêma Kurdistanê de ye, ji bo piştgiriya koçberan û kesên ziyanberketî yên ku di rewşeke nebaş de ne.
Ev înîsiyatîfa mirovahî, berpirsyariya mirovahî û neteweyî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li hemberî gelê Kurdistanê nîşan dide û li ser raspardeya rasterast a Serok Mesûd Barzanî hatiye kirin, da ku alîkarî bigihêje wan kesên ku pêwîstiya wan pê heye.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, piştrast dike ku alîkarî û piştgiriya mirovahî dê berdewam bike û karwanên din jî dê di paşerojê de ber bi deverên ziyanberketî ve bêne şandin, heta ku rewşa mirovahî ber bi asteke baştir ve vegere.
Ev çalakiya mirovahî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, dengvedaneke mezin di medyaya herêmî û cîhanî de dît û gelek kanalên ragihandinê yên navxweyî û derveyê Herêma Kurdistanê, di karekî meydanî de van çalakiyan ronî kirin. Di nav wan de:
• Hawar News Agency (ANHA)
• The Amargi
• Alyaum TV
• Ava
• Kurdistan24
• Rudaw
• BasNews
• Kurdistan TV
• Welat TV
• Gulan media
• Zagros TV
• Wusha
• Qenat El-Yewm
Ev û gelek saziyên medyayên din jî, heta bi zêdetirê yek zimanî nûçeyan belav kirine.
Di destpêka van çalakiyan de jî, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, “spasî dilsozî û rûmeteke bilind” pêşkêşî cenabê Serok Barzanî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kirin.
Di beşek ji spasiya wan de ku bi zimanê Îngilîzî hatiye belavkirin, wiha hatiye nivîsîn: “Gihîştina vî karwanî bo deverên Hesekê û Efrînê û ew piştgiriya ji bo penaber, koçber û ziyanberketiyan re, pengaveke girîng û bi bandor e ji aliyê mirovahî ve ji bo kêmkirina êş û azarên welatiyan, û ruhê berpirsiyariya neteweyî û mirovahî li hemberî gelê me di vê qonaxa hesas de nîşan dide.”
Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê li Rojavayê Kurdistanê berdewam bin di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de, heta dema ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hebe. Wekî ku Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî diyar kir, “Ev karwanê yekem e, lê alîkarî dê bi rengekî berfireh berdewam bike, heta ku rewşa Rojavayê Kurdistanê vegere rewşa xwe ya asayî.”
Yek ji medyayên herêmî di sernivîsa xwe de nivîsîbû:
“Ew dîmena ku dilê her Kurdekî şad dike.
Alîkariyên Serok Barzanî gihîştin Rojavayê Kurdistanê û xelkê wir bi vê şêweyê bi ala Kurdistanê û bi dirûşman pêşwaziya wan dikin.”

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest