Gotara vîdeoyî ya Serokê BCF li Kongreya Amerîkayê tê nîşandan

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi rêya nûnertiya xwe li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bernameya «Parêzvanên Mirovahiyê» li avahiya Rayburn, li Kongreya Amerîkayê li bajarê Washingtonê, rêk xist; boneyek ku armanca wê rêzgirtina ji wêrekî û qurbanîdanê, bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane û pesndana ji bo piştgiriya karê mirovî bû. Di heman demê de gotara vîdeoyî ya Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) hat pêşkêşkirin.
Ev bername bi serperiştiya Xunav Emîn, Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîkayê, roja Duşemê, rêkefta 09/11/2026an, li hola zêrîn a avahiya ofîsên Encûmena Nûneran «Rayburn», hat lidarxistin. Bername bi armanca rêzgirtina ji wêrekiyê, pesndana ji mirovahiyê û zindîkirina hêviyan, bi navê “Parêzvanên Mirovahiyê” hat pêşkêşkirin û komek mijarên girîng ên girêdayî xizmetkirin, qurbanîdan û hevkariya mirovî xistin holê.
Di çarçoveya bernameyê de, peyameke vîdeoyî ya Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, hat pêşkêşkirin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di peyama xwe de spasiya hikûmet û gelê Amerîkayê kir ji bo piştgiriyên wan ên berdewam ji proje û çalakiyên dezgehê re, û daxwaza berdewamiya wan alîkariyan kir ji bo piştgiriya koçber û penaberên Herêma Kurdistanê.
Her wiha tekez li ser wê yekê kir ku rêzgirtina ji kêmaniyên neteweyî û olî û parastina pêkvejiyanê, yek ji bingehên sereke yên felsefeya karê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye; lewma dezgeh di hemû rewşan de bi ruhekî birayane û hestê berpirsiyariyê ve di xizmet û piştgiriya wan pêkhateyan de bûye.
Di heman demê de amaje bi helwesta dîrokî ya Serok Barzanî di sala 2008an de kir, dema ku piştî gef û êrîşên rêxistina terorîst a Qaîdeyê li dijî welatiyên mesîhî, deriyê Herêma Kurdistanê li ber wan vekir û peyama piştgirî û piştrastiyê pêşkêşî wan kir.
Di beşeke din a peyamê de, Serokê dezgehê, amaje bi rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku hîn 27 kamp li Herêmê hene û nêzîkî 700 hezar koçber û penaber li wan kampan dijîn ku pêdiviya wan bi alîkarî û piştgiriya berdewam heye. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî rewşa aborî ya dijwar, salane li gor amarên JCC zêdetir ji 14 milyon dolar ji bo koçber û penaberan xerc dike.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di dawiya peyama xwe de daxwaz ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir ku wek berê, berdewam piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikin, da ku bikaribin di warê dabînkirina xwarin, tenduristî û perwerdeyê de alîkariya pêwîst pêşkêşî koçber û penaberan bikin û rê ji bo vegera wan a dilxwazî û ewle ji bo cihên xwe xweş bikin.
Bernameya «Parêzvanên Mirovahiyê», gelek mijarên din jî di xwe de digirt, ku tê de Kongresman Donald J. (Don) Bacon, Endamê Encûmena Nûnerên Kongreya Amerîkayê, Nûnerê bazneya duyem a hilbijartinê ya eyaleta Nebraskayê, ser bi Partiya Komarî ve ku Generalê berê yê Hêza Hewayî ya Amerîkayê bûye bi pileya Brigadier General (Brigadier General) gotarek pêşkêş kir.
Her wiha Dave Wallace, Damezrînerê Rêxistina «Vegerandina Erkê Amerîkayê» û Damezrawa «Enerjiya Dadperwerane» ku du caran berbijêrê Kongreya Amerîkayê bûye û wek endamekî hêja hatiye wergirtin ji bo Komeleya Zanistî û Akademîk «Beta, Beta, Beta» (Beta Beta Beta), her wiha di warê lêkolîna penceşêrê û sîstema berevaniya laşê mirov de kar kiriye, bi taybetî li ser xaneyên kujer ên xwezayî (Natural Killer Cells), ku roleke girîng di berevaniya laş li dijî xaneyên penceşêrê de hene, gotarek pêşkêş kir.
Piraniya kesayetiyên ku gotar pêşkêş kirin, di gotarên xwe de, rêz li ezmûn û qurbanîdana leşkerên kevn ên Amerîkayê û Pêşmergeyên Kurdistanê girtin; bi taybetî ew hevpeymanî û hevkariya hevbeş a ku li dijî terorîzma DAÎŞê û ji bo parastina jiyana welatiyan û bihêzkirina ewlehiyê hatin kirin. Her wiha, bîranîna wan kesan jî hat vejandin ku canê xwe di rêya berevaniya ji Kurdistanê û parastina gel de gorî kirine.
Beşeke din a bernameyê taybet bû bi ronîkirina ser pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê, rêzgirtina ji cudahiyan, parastina azadiya olî û nasnameyên çandî. Di vê çarçoveyê de, girîngiya parastina maf û kerameta hemû pêkhateyan, di nav de mesîhî, êzdî, kakeyî, kurdên feylî û pêkhateyên din, hatin xistin holê.
Her wiha, bone derfetek bû ji bo derbirîna pesndan û spasiyê ji bo bexşeran, piştgiran, xwebexşan û hevbeşên mirovî ku bi bexşendeyî û dilgermî û hevkariyên xwe, roleke girîng di berdewamiya proje û çalakiyên mirovî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de dilîzin; ew projeyên ku malbatên hejar û hewcedar, bi taybetî zarok, kesên xwedî pêdiviyên taybet, koçber û penaber û lêqewimî ji wan sûd werdigirin.
Peyama navendî ya boneyê li ser wê bingehê bû ku parastina mirovahiyê tenê bi berevaniya ji azadî û kerameta mirov ve sînordar nabe, belku xizmetkirina gelê hewcedar û piştgirîkirina wan ji bo ji nû ve avakirina jiyana wan jî digire nav xwe. Ji wê rûyê ve, perwerde, tenduristî, xwarin, penageh û dabînkirina pêdiviyên sereke yên jiyanê, hemû beşek in ji hewldanên mirovî ji bo vegerandina aramî û zindîkirina hêviyê li civakên zirar dîtine.
Bername, rêzgirtina ji şehîdên Kurdistanê, gotina bi xêrhatinê û gotarên mêvanan, nîşandana fîlmekî belgeyî û peyama Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ji bo bernameyê di xwe de digirt, derfeta nasîn û gotûbêjê bû; her wiha pêşkêşkirina xelata pesndanê bi bexşeran û piştgiranên karê mirovî di bernameyê de hatibû pêşbînîkirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi rêya vê bernameyê tekez li ser peyama xwe ya mirovî kir; peyameke ku bingehê xizmetkirina mirov e bi keramet û dilsoziyê, bê cudahiya regez, reng, ol, an netewe. Her wiha, bone gavek bû ji bo nasandina zêdetir û firehkirina têkiliyên mirovî û civakî yên dezgehê li asta navneteweyî û bihêzkirina dostanî û hevkariya di navbera gelê Kurd û gelê Amerîkayê de.
«Parêzvanên Mirovahiyê» peyameke hevbeş hilgirtibû: Rêz li wan kesên ku jiyana mirov diparêzin bigirin, kerameta hemû pêkhateyan biparêzin û bi berdewamî li tenişta gelê hewcedar û zirar dîtî bisekinin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest