BCF kampanyayeke berfireh a rizgarkirin û paqijkirinê li taxên zirar dîtî yên Hewlêrê dest pê dike

Li bin rêberiya birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Desteya Damezrîneran û Serokê Desteya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û di çarçoveya hewldanên berdewam de ji bo pêşkêşkirina alîkariya mirovî û bi hawarhatina bilez di dema rûdana rewşên ji nişka ve û rizgarkirinan de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kampanyayeke berfireh û pir alî ji bo alîkariya zirardîtiyên lehiya bajarê Hewlêrê dest pê kir. Ev gav di demekê de tê kirin ku dezgeh bi awayekî berdewam xizmetguzarî û alîkarî pêşkêşî koçber, penaber û niştecihên xwecihî li navçeyên cuda dike; çi bi rêya projeyên xizmetguzariyên berdewam û çi bi rêya tîmên rizgarkirina bilez di dema rûdana karesatên xwezayî de.
Piştî wê barana dijwar a roja 07/11/2026an ku bajarê Hewlêrê û derdora wê girt û bû sedema çêbûna lehiyê û bilindbûna asta avê li gelek tax û navçeyên cuda de, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ketin rewşa amadebaşiya tevahî. Bi hevahengiya rasterast û hûr ligel Parêzgeha Hewlêrê û aliyên têkildar û xizmetguzariyan, tîmên meydanî yên dezgehê bi lez berê xwe dan navçeyên zirar dîtine, da ku ji nêzîk ve alîkariya welatiyan bikin û rê li ber berfirehtirbûna metirsiyan bigirin.
Armancên sereke yên vê kampanyaya rizgarkirinê di çend mijarên girîng de tên kurtkirin:
Paqijkirina tax, kolan û cadeyan ji herî û lît û bermayiyên lehiyê.
Destpêkirina pêvajoya serjimêrî û tomarkirina hûr a zirarên madî yên mal û milkê welatiyan.
Gihandina alîkariya xwarinê û pêdiviyên destpêkê ji bo wan malbatên ku ji ber lehiyê zirar dîtine.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez li ser wê yekê dike ku encamdana vê erkê mirovî û alîkariyan wek beşek ji erkê xwe yê niştimanî, exlaqî û mirovî dibîne; erkeke ku di xizmetkirina hemû çîn û tebeqeyên civakê de, bê tu cudahî, xwe dibîne. Ev gav jî li ser bingeh û nirxên saziyî yên dezgehê tên cîbicîkirin.
Her wiha, dezgeh dubare dike ku rêbaza karê wê li ser bingehê wê gotina navdar a Barzaniyê nemir hatiye danîn ku dibêje: «Şanazî ye ji bo mirov xizmetkarê miletê xwe be». Ev gotin û peyama bilind bûye bingehê rêbaz û pratîka sereke ya hemû çalakî, proje û karên meydanî yên dezgehê; bingeheke ku kadro û karmendên dezgehê bi heman ruhê xizmetkirinê dişopînin û di demên dijwar de jî berdewam in li bi hawarhatina pêdiviyên welatiyan.
Di berdewamiya karên şopandin û alîkariya navçeyên zirar dîtine de, li rêkefta 08/11/2026an, tîmên rizgarkirin û kargêriyê yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdanên meydanî ji bo gelek taxên bajarê Hewlêrê encam dan. Ew taxên ku karên paqijkirin û alîkariyê tê de hatin destpêkirin ev bûn: Taxa Hewlêra Nû, Taxa Sêberdan, Taxa Ereb Kend û Taxa Gilkend.
Di qonaxa yekem a karan de, tîman dest bi paqijkirina wan malên ku ava baran û lehiyê ketibû nav wan û bûbû sedema zirargihandina kelûpel û jîngeha nav malan kirin. Karmendên dezgehê mil bi milê xwediyên malan, dest bi derxistina avê, rakirina herî û lîtê û şûştina ode û hewşên malên zirar dîtine kirin, da ku jîngeheke paqij û guncaw ji bo niştecîbûna wan vegerînin.
Piştî temamkirina pêvajoya paqijkirin û şûştina malan, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dest bi belavkirina xwarina germ û amadekirî li ser malbatên zirar dîtine kirin. Ev gav bi armanca sivikkirina barê jiyana welatiyan hatiye avêtin, bi taybetî ji ber ku ji ber lehiyê gelek malbatan amûr û kelûpelên pêwîst ji bo amadekirina xwarinê ji dest dane.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihandiye ku belavkirina xwarina germ bi awayekî rojane û dê berdewam be, heta wê demê ku welatî bikaribin rewşa jiyana xwe rêk bixin û vegerin rewşa asayî û şiyana amadekirina xwarinê ji wan re vegere.
Ligel karên paqijkirin û belavkirina xwarina rojane, tîmên taybet ên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêvajoyeke din jî dest pê kirine, ku ji tomarkirin û nirxandina hûr a ziraran pêk tê. Di vê çarçoveyê de, tîm mijûlî tomarkirin û diyarkirina qebareya wan zirarên madî ne ku gihîştine xanî, kelûpel û pêdiviyên malbatan.
Li bin şîretên birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Desteya Damezrîneran û Serokê Desteya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, û di çarçoveya hewldanên berdewam de ji bo pêşkêşkirina alîkariya mirovî û bi hawarhatina bilez di dema rûdana rewşên ji nişka ve û rizgarkirinan de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kampanyayeke berfireh û pir alî ji bo alîkariya zirardîtiyên lehiya bajarê Hewlêrê dest pê kir. Ev pengav di demekê de tê kirin ku dezgeh bi awayekî rojane û berdewam xizmetguzarî û alîkarî pêşkêşî koçber, penaber û niştecihên xwecihî li navçeyên cuda dike; çi bi rêya projeyên xizmetguzariyên berdewam û çi bi rêya tîmên rizgarkirina bilez di dema rûdana karesatên xwezayî de.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest