Şandeke Encumena Nûnerên Iraqê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin

Şandeke Encumena Nûnerên Iraqê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û ji aliyê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatin pêşwazî kirin.
Bi mebesta zêdetir hemahengî û xizmetkirina mirovayetiyê şandeke Encumena Nûnerên Iraqê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.
Li rêkefta 05.07.2022 şandeke Encumena Nûnerên Iraqê bi Serokayetiya birêz Viyan Sebrî Endama Encumena Nûnerên Iraqê ji aliyê birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hate pêşwazî kirin.
Li hevdîtinê de tîşk xistin li ser karên xêrxwaziyê bi giştî û çawayiya gihandina hevkariyê bi kesên kêmderamet û hevkarîkirina koçber û penaberan, her wiha hevkariya beşek ji Endamên Encumena Nûnerên Iraqê ji bo xelkên pêwîst hevkariyê radestî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.
Ji aliyê xwe ve birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî vê helwestê bilind nirxand û dupat kir ku giyanê bexşîn kultura resenê neteweya Kurde û pêwîste bê palpiştî kirin û bibête nerîteke çespandiya li nava xelkê da.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest