Projeya goştê qurbanê li rojên cejnê da

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî goştê qurbanê li ser koçber û penaberan û malbatên kêmderamet dabeş dike.
Projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi helkefta hatina cejna qurbanê berdewame û çendîn hevkariyên cûr bi cûr li xwe digre, her li vê çarçêweyê da projeya rojên cejnê hate ragihandin ku goştê Qurbanê li xwe digre.
Projeya goştê qurbanê çendîn aliyan li xwe digrê ku bi hevkariya rêxistinên cîhanî û navxweyiyan û kesayetiyên xêrxwaziyan ve tê bi cîhkirin û li her çar roja cejna qurbanê da berdewam dibê û hezaran kîlo li goştê qurbanê li ser kesên kêmderamet û koçber û penaber û malbatên azîzan tê dabeş kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Heyva Sora Îmarata dehan ciwanege dike qurbanî û li her çar rojên cejnê li ser koçber û penaberan tê dabeşkirin. Li van hevkariyan de hezaran malbat sudmend dibin.
Her li çarçêweya projeyên cejna qurbanê da, goştê qurbanê li ser 1.300 malbatên azîzan li bajarê Hewlêrê li rojên cejna qurbanê da tê dabeş kirin, ev hevkarî jî wan malbatên azîzan li xwe digre ku li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî navê wan hatine tomar kirin û her wiha li deşta Hewlêr û taxên nav navenda bajarê Hewlêrê hevkarî pêşkêşî wan tê kirin.
ji aliyeke din ve her li yekem roja cejna qurbana pîroz de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel rêxistina (Eyd Elrehme) 39 ser mer kirin qurbanî û paşê li ser koçberan hate dabeş kirin û li gel kesayetiyên xêrxwazan jî dehan ser mer û ciwanega kirin qurbanî û li ser wargeh û taxan de dabeş kirin.
Li wargeha Behirke 1 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dest bi dabeşkirina goştê qurbanê li ser 660 malbatên li nav wargehan û hejmara sudmendbûyan gihîşte 3.300 kesan, her wiha li wargeha Hesen Şam U3 bi hemahengî li gel rêxistina Bidar goştê sor li ser 400 malbatên li nava wargehê hate dabeşkirin û 4.000 kes jî sudmendbûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî nerîteke salane li cejna qurbanê da goştê sor li ser malbatên kêmderamet û azîzan û koçber û penaberan dabeş dike, ev hevkarî jî li gel rêxistinên cîhanî û navxweyî û kesên xêrxwaz berdewam dibê û ji bo îsal jî projeya goştê qurbanê li her çar rojên cejnê berdewam dibê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest