Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariyê konferansa bersîvdana mirovî ya li sala 2023 kir

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariya konferansa bersîvdana mirovî ya li sala 2023 kir ku li Hewlêrê hate encamdan û bi beşdariya nûnerên aliyên hikumî û rêxistinên cîhanî û herêmiyan hate sazkirin.
Li rêkefta 21.07.2022 konferansa bersîvdana mirovî ya li sala 2023 birêveçû û têda birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariya vê konferansê kir û li paneleke taybet gotarek pêşkêş kir. Rêzdar tîşk xiste li ser rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê ku berawir li gel wan welatên ku koçber û penaber bo çûye gelek baştir buye, li gel ewe da jî rêzdar balkişand li ser wê yekê ku wan weku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û aliyên hikumiyan hêvî xwazin koçber û penaberan bi zûtirîn dem vedigerin ser warên xwe û gelek hêsankarî ji bo wan hatiye kirin, lê belê pêwîste ev vegeran dilxwazane bê.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser rewşa koçberan û got: Kêşe heye wekî mînak 3.113 malbat li devera Hesen Şam amadene bi vê germayê li jêr konan bimînin, dibê ku kêşeyên wan hebê li vegeranê, eve ji bilî wê yekê hebûna kêşeyên li kertên din û kêşeyên din.
Paşê her di dema beşdarîkirina li konferansa mirovî da Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pesnê rola xelkê Kurdistanê ya li yarmetîdana koçber û penaberan kir ku hemû cûre xorakek dabeş kirine û cîhana mirovayetiyê qerzdarê xelkê Kurdistane beranber wan hevkariyên ku pêşkêş kirine.
Ev konferanse bi beşdariya nûnerê çendîn rêxistin û dezgehên hikumî û navdewletî birêveçû û têda behsa bersîvdana mirovî ya heta sala 2023 kirin û plan û bernameyên taybet xistin rû.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest