Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 200 xwendingehan nûjen dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 200 xwendingehên li Herêma Kurdistanê nûjen dikin.
Îro yekşem 24.07.2022 bi amadebûna her yek ji birêzan Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerde û Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya nûjenkirina 200 xwendingehên li Herêma Kurdistanê ragihand.

Di destpêka civîna rojnamevaniyê de Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ev proje bi gujmeya 2 milyon dolar dikeve warê bi cîhkirinê û nûjenkirin ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve tê serpereştî kirin, biryar wiha ye berî destpêkirina sala nû ya xwendinê nûjenkirin bê temam kirin û radestî Wezareta Perwerde bêkirin.

Her wiha Wezîrê Perwerde ji aliyê xwe ve spas û pesnên çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku bi awayeke berdewam palpiştiyê li proseya xwendinê dike.


Paşê Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê ragihand, bi giştî 200 xwendingeh tenê li bajarê Hewlêrê 50 xwendingeh ji projeya nûjenkirina xwendingehan sûdmend dibin.
Her wiha got Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşeke girînge li Parêzgeha Hewlêrê û roleke xwe ya ber bi çav heye li rûbirûbûna wan karesatên miroviyên li ser bajarê Hewlêrê da hatiye.
Ji aliyê xwe ve spas û pesnê rola karmendan û xwebexşên Dezgehê kir û hêviya berdewamiyê ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwest.

Li dawiya civîna rojnamevaniyê Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand ku girîngiyeke zêde bi proseya xwendinê didin û tenê li îsal da nêzîkî 181 çalakiyên peywist bi kertê Perwerdeyê de hebuye, her wiha ragihand ku hevkariya berdewam nêzîkî 18000 zarokên azîz dikin û merca serekiya berdewamiya hevkariyan pêkhatiye ji şandina ber xwendina zarokane.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji aliyê xwe ve sozên zêdetir xizmetkirin û berdewamiya hevkariyan da.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest