Nûjenkirina 20 xwendingehên li tixûbê Birêveberiya Perwerdeya Helebçe

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 20 xwendingehên li tixûbê Birêveberiya Perwerdeya Helebçe nûjen dike
Roja şemî 30.07.2022 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li civîneke rojnamevaniyê da nûjenkirina 20 xwendingehên li tixûbê Birêveberiya Perwerdeya Helebçeyê ragihand, nûjenkirina van 20 xwendingehan beşeke ji projeya nûjenkirina 200 xwendingehên li Herêma Kurdistanê.
Hilbijartina van 20 xwendingehan bi hemahengî bûye li navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel Birêveberiya Perwerdeya Helebçe û Yekîneya Serpereştiyariya Îdareya Helebçe, biryare berî destpêkirina dewama xwendingehan, proseya nûjenkirinê temam bibê û xwendingeh radestî Birêveberiya Perwerdeya Helebçe bikin, li gor amaran ji bo îsal ya xwendinê nêzîkî 2500 xwendekar li van 20 xwendingehên ku têne nûjenkirin berdewamiyê bi proseya xwendin didin.

Serpereştiyarê Perwerdeya Helebce ragihand, xwendingeh bi berdewam û salane pêwîstî bi nûjenkirinê heye, lê belê ji ber rewşa aborî çend saleke xwendingeh nehatine nûjenkirin. Ji aliyê xwe ve Serpereştiyarê Perwerdeya Helebce spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kiri û vê nûjenkirinê bi diyarî wesif kir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, 24ê vê mehê bi amadebûna Wezîrê Perwerde û Parêzgeha Hewlêr û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li civîneke rojnamevaniyê da projeya nûjenkirina 200 xwendingehên li Herêma Kurdistanê ragihand.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest