Vekirina Navenda Otîzm li qezaya Koyê

Dûşema 01.08.2022 li civîneke rojnamevaniyê de li qezaya Koyê bi amadebûna her yek ji birêzan Kwêstan Mihemed Wezîra Karubarê Komelayetî û Yusif Çawşîn Birêveberê Giştî Çavdêriya Civakî û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Hawrê Îhsan Serokê Heyva Sora Iraqî ya leqa Hewlêrê û parêzer Sefîn Yasîn Navenda Otîzmê vekirin.

Musa Ehmed Serokê Dezgehê ragihand, eve yekem car nîne em li Koyê proje encam didîn û bi piştrastiyê ve li paşerojeke nêzîktir projeyên din li vê navçeyê encam didîn, li dawiyê axaftina xwe de sozê da ku cûdakariyê li navbera hîç navçeyeke Kurdistanê nakin û bi bê cûdahî xizmeta tevahiya navçeyê dikin.
Her çende heta niha amareke taybet li Herêma Kurdistanê berdest nîne, lê belê ewên serdana Navendên Otîzmê kirine yan bi fermî navê xwe li navendên Herêma Kurdistanê (Navendên hikumî û navendên nehikumî) kirine, tê pêşbînî kirin ku ji 3 hezar kesan zêdetire û salane 50 zarok bi vê hemarê zêdetir dibe.
Eve di demek daye meha 5ê 2021 bi amadebûna Dr. Saman Berzencî Wezîrê Tendirustî û Kwêstan Mihemed Wezîra Kar û Karubara Civakî û Umêd Xoşnaw Parêzgeha Hewlêr û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dr. Mihemed Felahî Emîndarê Giştî yê Heyva Sora Îmaratî û Ehmed Zahirî Konsolê Giştî yê Dewleta Îmarat li Herêma Kurdistanê, Navenda Îmaratî ya ji bo Otîzm li bajarê Hewlêrê hatibû vekirin.

 

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest