Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 500.000 $ li nûjenkirina xwendingehên Dihokê xerc dike

Li rêkefta 10.08.2022 li civîneke rojnamevaniyê da bi amadebûna Birêveberê Giştî yê Birêvebiriya Perwerdeya Dihok û Berpirsê Nivîsîngeha Dihokê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, nûjen kirina 50 xwendingehên li tixûbê Birêveberiya Perwerdeya Dihokêbi gujmeya 500.000 $ ragihand.

Abdulwahîd Emîn Berpirsê Nivîsîngeha Dihokê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Armanca me ji vê projeyê rexsandina jîngeheke baştire ji bo xwendekar û hevkarî kirina wan ya li proseya xwendin û fêrbûnê ye. Hilbijartina xwendingehan bi hemahengî li gel Wezareta Perwerde û Birêveberiya Perwerdeya Dihokê bûye. Her wiha got: Ew 50 xwendingehên têne nûjen kirin beşeke wan dikevin navçeyên wekî (nav bajar – Akrê – Zaxo – Amêdî)yê, xwendingeh li çar kertên cûda wekî (Av û Avero – Boyaxkirin – Dergeh û Pencere – Kareba), de têne nûjen kirin û xwendingeh berî destpêkirina sala nû ya xwendinê bi dawî dibin û radestî Birêveberiya Perwerdeya Dihokê dikin.

Li dawiyê de Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Perwerdeya Dihokê ragihand: Nûjen kirina xwendingehan di demeke wiha da gelek girînge û hêjayî pêzanîne, bi taybet ku em ber bi sala nû ya xwendinê diçîn, û bêguman ev nûjen kirin jîngeheke baştir ji bo xwendekaran û ji bo proseya xwendinê desteber dike. Li dawiya axaftina xwe de spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku herdem palpiştê perwerde û xwendekarên xwe cihî û xwendekarên koçber bune. Hêviya serkeftinê û berdewamiyê ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwest.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li 24.07.2022 bi amadebûna Wezîrê Perwerde û Parêzgeha Hewlêrê û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li civîneke rojnamevaniyê da projeya nûjen kirina 200 xwendingehan li Herêma Kurdistanê ragihand.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest