Dihok – Balyozê Fînlanda serdana wargeha Şaryayê kir

Li rêkefta 04.08.2022 Balyozê Fînlanda û şanda li gel ya ji Iraqê serdana wargeha Şarya ya ser bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Dihokê kirin û ji aliyê Birêveberê wargehê ve hatin pêşwazî kirin. Li serdanê da guftûgoya vekişana rêxistinên mirovî û cîhanî û rewşa Êzdiyan bi giştî û bi taybetî penaberan kirin.
Şanda navbihurî ragihand: Her li destpêka rûdana komkujiya Êzdiyan, welatê Fînlanda hevkar û palpiştiya lojîstî û darayî û mirovî pêşkêşî Êzdiyan bi giştî û koçberan bi taybetî kiriye û hevkariyên wan jî berdewam dibin.
Ji aliyê xwe ve Celal Lezgîn Birêveberê wargeha Şarya spasî welatê Fînlandayê kir û balkişand li ser wê yekê ku hevkariyên welatê Fînlanda ji bo koçberan cihê rêz û pêzanînê ye.
Li serdanê da vekişana rêxistinên navdewletî û kêmbûna hevkariyên koçberan guftûgo kirin, her du alî hevra bûn ku kêmbûna hevkariyan bandoreke ber bi çav heye û daxwazê jî ji rêxistinên navdewletî û miroviyan kirin ku dev ji çalakiyên xwe bernedin û li palpiştî kirina koçberan de berdewam bin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest