Li rêkefta 07.08.2022 li civîneke rojnamevaniyê da bi amadebûna birêzan Beşdar Abdulxaliq Xoşnaw Birêveberê Perwerdeya Giştî ya Hewlêr û Sîtav Aso Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya nûjenkirina 50 xwendingehan li Hewlêrê ragihand.
Sîtav Aso Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Me hewl daye li hilbijartina wan 50 xwendingehan tevahiya navçe û qezayên parêzgeha Hewlêrê beşdar bin, nûjenkirina van 50 xwendingehan tenê mamosta û xwendekar jê sûdmend nabin belku eve hela kar ji bo çendîn kesên li parêzgeha Hewlêrê jî direxsênê, ji bilî wê yek gujmeya nîv milyon dolar tenê ji bo nûjenkirina xwendingehan hatiye danan me hinek budce ji bo karê îdarî û destê karî jî dabîn kiriye.
Her wiha balkişand li ser wê yekê kerta perwerdeyê herdem cihê girîngîpêdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye, bi vê yekê jî destpêka îsal ve heta niha tenê li parêzgeha Hewlêrê 69 projeyên pêwîst bi kerta perwerdeyê hatine encamdan.
Li dawiya civîna rojnamevaniyê de birêz Beşdar Abdulxaliq Xoşnaw Birêveberê Perwerdeya Giştî ya Hewlêrê ragihand: Ji ber rewşa Hikumeta Herêma Kurdistanê di dema van çend salên derbasbûyî de me nekariye bi awayeke pêwîst xwendingehan nûjen bikîn. Ragihandina projeyeke bi vî awayî li vê demê de girîngiyeke xwe ya zêde heye. Li dawiya axaftina xwe de spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û hêviya berdewamiyê ji bo dezgehê xwest.
