Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi budçeya 100.000 $ dolaran 10 xwendingehên li Parêzgeha Nînowa nûjen kir.
Roja dûşem li rêkefta 15.08.2022 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li civîneke rojnamevaniyê da bi amadebûna her yek ji birêzan (Ref’et Simo Reşo) Nûnerê Parêzgeha Nînowa û Mihemed Melhem Mustafa Birêveberê Perwerdeya Tilkêf û Bedredîn Necmedîn Berpirsê Nivîsîngeha Nînowa ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, projeya nûjenkirina 10 xwendingehan ragihand.
Birêz Bedredîn Necmedîn li destpêka civînê de got: Nûjenkirina vê xwendingehê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve li dirêjî û girîngî pêdanêye ku bi kerta perwerde û proseya xwendinê dide, nûjenkirina vê xwendingehê pêwîstiye ji ber ku ziyaneke zêde bi xwendingehê gihîştiye ku di dema êrîşa çekdarên Da’îş ya li ser vê parêzgehê de pêkhat. Dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku hilbijartina vê xwendingehê li ser daxwaza Birêveberiya Giştî ya Perwerdeya Nînowa bûye.
Nûnerê Parêzgeha Nînowa ragihand: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xizmeteke zêde ya mirovî û geşepêdanê pêşkêşî bajarê Musil û hemû navçeyên Iraqê kiriye. Berê jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwendingehên din li Musilê nûjenkiriye û her wiha li destpêka azad kirina bajar de mil bi milê hêzên emnî û hêzên Pêşmerge xizmetguzariyê pêşkêşî bajar kiriye. Her wiha got: Ev proje hemû qeza û nahiyeyan li xwe digre û hela kar ji bo 250 kesên li xelkê bajar direxsênê û pênç hezar û pênç sed xwendekar jê sûdmend dibin. Li dawiya axaftina xwe de bi navê xwe û parêzgerê Musilê spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Birêveber û hemû karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Birêveberê Perwerdeya Tilkêf ragihand: Li rastiyê da nûjenkirina saziyên perwerdeyiyan li karê herî pêş ya Wezareta Perwerdeye ji bo vegerandina jiyanê ji bo hemû saziyên perwerdeyiyan. Destpêşxeriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo nûjenkirina 10 xwendingehan cihê pêzanîne û çaverêyiyeke zêdetir ji wan dikîn. Li dawiya axaftina xwe de spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 10 xwendingehên li Parêzgeha Nînowa nûjen kir
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest