Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 200 xwendingehan nûjen kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, 200 xwendingehên li navçeyên Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê nûjen dike.
Roja yekşem li rêkefta 24.07.2022 li civîneke rojnamevaniyê da bi amadebûna her yek ji birêzan Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerde û Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêr û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya nûjenkirina 200 xwendingehên li Herêma Kurdistanê ragihand.
Nûjenkirina van 200 xwendingehan di demek daye ku çendîn sale nehatine nûjenkirin û li hinek navçeyan da çekdarên Da’îş ziyaneke zêde gihandiye bi xwendingehan û navçeyê bi giştî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî herdem girîngiyeke zêde bi kerta perwerdeyê dide û kar kiriye ji bo pêşbirin û kêmkirina nerehetiyên xwendekaran.
Hilbijartina xwendingehan ji bo nûjen kirinê bi hemahengî li gel Birêveberiya Perwerdeyê Bajaran û dabeşkirina li ser bajaran bi vî awayê xwarê bû:

Navê bajaran hejmara xwendekaran
Hewlêr 50
Silêmanî 50
Dihok 50
Helebce 20
Kerkûk 20
Musil 10

Projeya nûjen kirina 200 xwendingehan bi giştî (2.000.000$) milyon dolaran tê bi cîh kirin û ji bo her xwendingehek (10.000 $) hatiye terxan kirin, Dezgaha Xêrxwaziya Barzanî projeya nûjenkirina xwendingehan bi cîh dike û bi hevkariya her yek ji (rêxistina LDS ya Amerîkî, Darîn Grup, kompanya Navêla, rêxistina Wen Vîznî Amerîkî, kompanya Mehtab)
Bi giştî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li projeya nûjenkirina 200 xwendingehan kar li 4 warên serekî dike ku ew jî pêkhatine ji (Av û Avero – Boyaxkirin – Hesingerî – Kareba), ew xwendingehên hatine destnîşankirin ku pêwîstiya wan bi nûjenkirinê ya li van çar waran da heye.
Ji niha de nûjenkirina xweningehan beşeke zêdeyê wan temam bûye, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî temambûna nûjenkirinê, xwendingehan paqij dikin û dişûn û amade dikin ji bo destpêkirina sala nûya xwendinê ya ji bo xwendekarên azîz.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî girîngiyeke zêde bi kerta perwerdeyê dide û herdem bi girîngiyê ve lê temaşe dike, li destpêka sala 2022 ve heta niha 181 çalakiyên taybet bi kertê perwerdeyê de hebû

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest