Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariyê pêşkêşî bi Birêveberiya Tendirustiya Hewlêrê kir

Sêşema 30.08.2022 li Kongreyeka rojnamevaniyê da bi amadebûna her yek ji birêzan (Dr. Dilovan Mihemed) Birêveberê Tendirustiya Hewlêrê û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Birêveberê Nexweşxaneya Fêrkariya Hewlêrê Dr. Dilêr Mexmurî Birêveberê Nexweşxaneya Fêrkarî, hevkariya tendirustiyê pêşkêşî Birêveberiya Tendirustiya Hewlêrê kir.

Li destpêkê de, birêz Dr. Dilovan Mihemed ragihand: Îro xweşhalîn ku li virîn ji bo wergirtina hevkariyên tendirustî ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina Hêlvin Gruper ya Almanî ve hatin pêşkêş kirin, pêdiviyên wan ji amêrên pizîşkî û babeta paqijiyê û texteya nexweşan ku têçûya wan pêkhatibû ji 150.000 $, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî cihê destê wan diyare li hevkarî kirina temamkirina kertên din, îro jî bi xweşhaliyê ve hevkariya kertê tendirustiyê kirin. Li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku ev hevkarî li dem û wexteke gelek girîng pêşkêşî me hatin kirin, ji ber ku Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Hewlêrê li berfirehiyê de bûye. Li dawiya axaftina xwe de spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û yek ji mezintirîn hevkariyên kerta tendirustiyê wesif kir.

Paşê birêz Musa Ehmed ragihand: Babeta Tendirustiyê babeteke girînge ji aliyê me ve, bi taybetî ji bo Nexweşxaneya Fêrkariya Hewlêrê, ji ber ku zêdetirê xelkê hejar û kêmderamet rû lê dikin, bi hemû şiyana xwe ve me hewl daye erkê ser milê karmendên nexweşxaneyê kêm bikin.
Li dawiya civîna rojnamevaniyê de birêz Dilêr Mexmurî ragihand: Hevkariyên wan di demeke girîng da bi destên me gihîştin ji ber ku em li qonaxa nûjenkirinê dane.
Paşê bi navê tevahiya doktor û karmendên nexweşxaneya Fêrkariya Hewlêrê spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin. Hêjayî gotinêye Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kerta tendirustiyê salane li warên kerta tendirustiyê hevkariyeke tevahî li Wezareta Tendirustî û Birêveberiyên Tendirustiyên li parêzgehan ew jî li rêya encamdana çalakî û dabînkirina pêdiviyên tendirustî û daw û dermanan pêktê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest