Ji bo yekemîn care ku ziyaretkarên rêwresma matemêniya çileya Îmam Husên li rêya Herêma Kurdistanê ve serdana Necef û Kerbelayê dikin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çalakiyeke têr û tije da, bi pêşwaziyeke germ û dabînkirina cihê mayinê û xwarin û pêdiviyên tendirustî û pizîşkî li Parka Şehîd Samî Abdulrehman hêsankarî ji bo sefera ziyaretkaran kir.
Êvariya roja çarşema rêkefta 07.09.2022 li Kongreyeke ragihandinê da her yek ji birêzan parêzgerê Hewlêr û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Serkonsolê Komara Îslamiya Îranê ji bilî bixêrhatina ziyaretkaran, gotara xwe pêşkêş kirin.
Di destpêkê de birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê balkişand li ser wê yekê ku ji bo yekemîn care ziyaretkarên Îranî li derbasgeha Hacî Omeran ve serdana Necef û Kerbelayê dikin. Eve jî xisterû ku li demjimêr 7ê dipêdê heta 7ê êvariya îro (07.09.2022) 1.183 ziyaretkar û li roja derbasbûyî jî zêdetirê 1000 kesan bi selametî gihîştîne Hewlêrê û paşê got: “Me pê baş bû li gel tîmên Hikûmet û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Axayê Reşnûdî Serkonsolê Îran li Hewlêr, serdana wan xweşdiviyan bikîn. ”Her wiha got: “Em ji aliyê birêz Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve hatine raspardin bi baştirîn awayî li xizmeta wan xweşdiviyan da bîn. “
Parêzgerê Hewlêrê li dirêjahiya axaftina xwe de spasî hemû Birêveberiyên Parêzgeha Hewlêrê û Asayîş û Polîsan kir, di derbarê rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wê pêşwaziyê da got: ”Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkar û sedemên esasiya serkeftina proseyê ne”. Li dawiya gotara xwe de hêvî xwest ”Nizaya ziyaretkaran ku diçin cihên pîroz qebûl bê”.
Paşê birêz Nesrula Reşnûdî Serkonsolê Giştiyê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêrê, ji bilî spasî berpirsên hikûmî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ji bo wê pêşwaziya germ û tekez li wê yekê kir ku egerçî yekem care ezmûna hatin û çûna ziyaretkaran li Hewlêrê ve ji bo cihên pîroz dikin, lê belê “bingeha pêwîst ji bo baştirbûna vê hatin û çûnê dirust buye”. Daxwaz jî ji ziyaretkarên Îranî kir, li derbasgeha Hacî Omeran ve seferên xwe bikin, ji ber ku li Hewlêrê amadekariyeke baş hatiye kirin”.
Paşê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gotarek da balkişand li ser wê yekê ku li gel damûdezgehên Hikumeta Herêmê bi serpereştiya Parêzgerê Hewlêrê li dabînkirina xizmetguzariyan ji bo ziyaretkaran berdewam dibin û heman demê de got: “Em dixwazin ew wêneya xweşik ya Herêma Kurdistanê nîşana cîranên xwe bidîn. ” Her wiha got: “Dirêjepêderê wê rêyêyîn ku li felsefeya Barzaniyê Nemir ve hatiye”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî behsa ewe jî kir, her wekî Serkonsolê Îranê balkişand li ser, amadekariyên Hewlêrê beramber bi cihên din serkeftîtir buye, ewe jî bi “cihê şanaziyê” bi nav kir. Li beşeke dinê gotara xwe de spasî xelk û hikumeta Îranê kir, bi taybetî ku karesatan da xelkê koçebaran li xwe girtiye, her wiha tîşk xiste li ser salên koçberî û kîmyabarana Helebçeyê û pêşwaziya xelkê Îranê bilind nirxand û salên 1979 û 1993 bi bîranî ku ewê ji bo gihîştina Mezarê Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê herdem zîndî bi warê xwe hatiye kirin, tu carî nayê ji bîr kirin. Li dawiyê de jî hêvî xwest xwedayê mezin dua û nizayên ziyaretkaran qebûl bike û bi dilê xweş vegerin cihên xwe.