Rêkkefta 15/04/2019 şandekî Desteya Xêrxwaziya Îslamî ya Cîhanî bi serokayetiya Dr Abdula Elme’tuq (Serokê Encumena Kargêrî) û Dr Omer Elkenderî (Konsolê Kuweyt li Hewlêr) serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û ji aliyê Serokê Dezgehê birêz Musa Ehmed ve hatin pêşwazî kirin.
Li hevdîtinê de rewşa mirovî ya taybet bi birayên koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê hate nirxandin û hinek ji projeyên miroviyan ku bi niyetin dest bi cîh bi cîhkirina wê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi palpiştiya Desteya Xêrxwaziya Îslamî ya Cîhanî ve bikin.
Li hevdîtinê de Serokê şanda Desteya Xêrxwaziya Îslamî ya Cîhanî sosretbûna xwe bi wan karên ku dezgehê encam dane derbirî û wan karên ku dezgeh encam dide li karê mirovî û projeyên xêrxwaziyan ji bo yarmetîdana wan pêwîstiyan pê heye. Her wiha amadebaşiya desteyê ji bo dabînkirina hinek ji pêdiviyên pêwîst derbirî ku bi lez dest bi guftûgokirina projeyên paşarojê de bikin.