Rêkefta 16.02.2020 bi mebesta nirxandina rewşa penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê û rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li pêşwazî kirina wan da, xanima Ashly Durk Nûnera Balyozê Kanada serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Li hevdîtina di navbera birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Ashly Durk Nûnera Balyozê Kanada, behsa rola dezgehê ya li pêşwazî kirin û bi hanaveçûna penaberên Rojavayê Kurdistanê kir ku bi sedema aloziyên vê dawiyê yên li welatê Suriye rû li Herêma Kurdistanê kirin û li wargehên Berdereş û Gewîlan hatine nîştecîh kirin.
Li dirêjahiya hevdîtinê da behsa kêşe û gîr û giriftên Êzîdiyan kirin û rola Dezgehê li hevkarîkirina wan de bilind nirxand.