Balyozê Fransa li Iraqê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Îro rêkefta 05.02.2020 bi mebesta hemahengiyên zêdetir û dirêjedana bi karên hevbeşa mirovî, Balyozê Fransa li Iraqê li gel Konsolê wî welatî li Hewlêr û şandekî navenda qeyranan ya ser bi Wezareta Derveyê Fransa serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.

Birêz Prono Obert Balyozê Fransa rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bi hanaveçûna koçber û penaberên li Herêma Kurdistan û Iraqê bilind nirxand û tekez li ser girîngiya karê hevbeş ya di navbera her dû aliyan kirin.

Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewlên dewleta Fransa ya li ser bi hana ve çûn û palpiştî kirina projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yên ji bo hevkarîkirina koçber û penaberan û bi taybetî li piştî hatina hejmareke zêdeya penaberên nû ji bo Herêma Kurdistanê, yek ji mînakên serketiyên karê hevbeşa dû aliyan nîşanda.

Şanda mîhvan Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî vexwend bo welatê Fransa bi mebesta civîn û hemahengiyên zêdetir li ser karên hevbeş û peydakirina mekanîzmekî guncaw ji bo zêdetir xizmetkirina kesên lêqewimî li navçeyê da.

Serdana şanda Fransî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di demek daye ku niha piştî aloziyên navçeyê nêzîkî 20 hezar penaber ji Rojavayê Kurdistanê rû li Herêma Kurdistanê kirine û rojane hatina penaberên nû berdewame.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest