Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û welatê Çîn peywendiyên xwe pêş dixin

Rêkefta 01/08/2019 şandekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi Serokayetiya Musa Ehmed Serokê Dezgehê û Karzan Nurî Berpirsê Peywendî û Programan serdana Konsolxaneya Giştî ya Çîna Mîllî li Hewlêrê kirin û ji aliyê Nî Ruçî Konsolê Giştî ya wî welatî ve bi germî hatin pêşwazî kirin.

Armanca vê serdanê zêdetir pêşxistina peywendiyên her dû aliyane li rûyê çawayiya hevkarîkirin û gihandina alîkariyan ji bo koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê û zêdetir girîngîdana welatê Çîn bi vê pirsê bû.

Li hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Çîna Mîllî spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir beranber bihanaveçûn û yarmetîdana koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û rola dezgehê bilind nirxandin û hêviya serkeftin û pêşketinê li karên wan de xwestin û sozê jî dan li paşarojê de pêkve projeyên pêşxistina mirovî û perwerdeyî û kultûrî encam bidin.

Hikumeta Çîn li sala 2016 li projeyek da li rûyê tendirustî û nexorekiyê ve hevkariyê pêşkêşî wargehên koçberên Kurdistanê kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest