Klînîka pizîşkî ya Didanan li wargeha Hesenşam hate vekirin

Rêkefta 07.08.2019 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina (One World Medical Mission) Klînîka pizîşkî ya didanan li wargeha Hesenşam û U3 vekir.

Li klînîkan da pişkînîn û çareseriyê pêşkêşî nexweşên dev û didanan tê kirin li wargeha Hesenşam û heta dû mehan berdewam dibê. Li merasîmê da bi amadebûna kargêriya wargeha Hesenşam û Berpirsê Nivîsîngeha Hewlêr ya DXB klînîkê li rûyê nexweşan da vekirin.

Li tu wargehan de klînîka pizîşkî ya didanan nebûye û nexweş pêwîst bû li bajarên Hewlêr û Musilê çareseriya pizîşkî werbigrin. Bi vekirina vê klînîkê hejmareke zêdeyê nexweşên li wargehên koçberan da sudmend dibin.

Kerta tendirûstî yek ji kertên girînge ku pêwîste li nav wargehan de girîngî pê bê dayîn, ji bo vê mebestê jî wargehên Xazir û Hesenşam dû binkeyên tendirûstiyê têda hatine vekirin ku ji aliyê DXB ve bi sponseriya Dewleta Kuweytê tê birêvebirin û rojane zêdetirê 150 nexweş serdana wan dikin. 27 karmend û Dr li van binkeyan da xizmeta nexweşan dikin.

Her li kerta tendirûstiyê da DXB li gel Dezgeha LDS ya Amerîkî heta yek salan derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo her çar wargehên penaberan yên li parêzgeha Hewlêrê dabîn dike.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest