100 malbatên hejar û kêmderamet li projeya dilxweşiya cejn hatin hevkarî kirin

Bi helkefta cejna Qurbanê ve Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi sponseriya kompanya GEG ya ji bo reklam û komek xêrxwaz projeya dilxweşiya cejnê ragihandin û li vê projeyê da pêdiviyên nav malê pêşkêşî 100 malbatên kêmderametê Herêma Kurdistanê kirin.

Rêkefta 12.08.2019 dûyemîn roja cejna Qurbanê, hevkariyên ku ji (sarker, tebax, hênikker, televizyon, ciluberg û panke û hwd…) pêkhatibûn pêşkeşî her yek ji malbatên li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebçeyê kirin.

Proje li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê li xwe girt û 100 malbatên hejar û kêmderamet têda hatin hevkarî kirin.

Li nav Hewlêr û bajarê Soran 25 malbat sudmend bûn û li Silêmanî û devera Germiyan û Ranye û Helebçe 45 malbatên din hatin hevkarî kirin. Her wiha li sînorê parêzgeha Dihok li nav bajarê Dihok û Zaxo û Akrê 30 malbat sudmend bûn.

DXB li helkeftên olî û giştiyan da projeyên cûda ji bo hevkarîkirina kêmderametên li Herêma Kurdistanê birêvedibe û salane hevkariyên xwe digihîne wan çînên cûda.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest