Xula rahênana Birêvebirina projeyan bi beşdariya 13 fêrxwazan bi dawî hat

Rêkefta 07.10.2021 li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dawiyê bi xûleke sê rojî ya li warê (Birêvebirina projeyan) birêveçû ku bi hevkarî li gel Zanîngeha Polîteknîka Hewlêrê birêveçû. Li xûlê da mamostayên pîspor waneyan bi awayeke teorî û praktîkî pêşkêş kirin û li dawiya xûlê da bawernameya derçûnê pêşkêşî (13) beşdarbûyan kirin. Li destpêka rêwresma dawî hatina xûlê da, her yek ji birêz (Prof. Dr. Kawa Şêrwanî) Serokê Zanîngeha Polîteknîka Hewlêrê, birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û mamostayên rahêner û beşdarbûyan beşdar kirin û çend gotarek li ser girîngiya berdewambûna van cûreya xûlan kirin.   

Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Dirustkirina tîmên karkirinê yek ji wan sedemane ku dikarê serkeftin têda bidestbê

 Li destpêka gotarê da, birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û tîşk xiste li ser girîngiya vekirina van cûre xûlên bi navê bihêzkirina şiyana karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warê birêvebirina projeyan kir û ragihand: Gelek spasî Zanîngeha Polîteknîka Hewlêrê û mamostayên birêzê vê zanîngehê kir ku rola xwe li rêkxistina vê xûlê de dîtine û sûdeke gelek baş bi kadîrên me gihandiye. Her wiha ragihand: Van xûlan bandoreke gelek baş heye li birêveçûna projeyan û rêkxistina îdarî û çawayiya peywendî dirustkirina li gel rêxistinan, hêvîdarîn derçûyên vê xûlê, sûdeke gelek baş ji vê xûlê wergirtibê û dirêjiyê bi şiyanên xwe yên li vî warî da bidin û zanist û zanyariyê zêdetir bikarbînin ji bo dewlemend kirina wan. Dirustkirina tîmên karkirinê yek ji wan sedemane ku dikare serkeftin têda bi dest bê. 

 

Birêz Pro Dr Kawa Şêrwanî Serokê Zanîngeha Polîteknîka Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û ragihand: Şanaziyê bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn ku xizmeteke zêde bi Iraq û Herêma Kurdistanê kirine 

 cîh û pêgeha wan bilind û diyare. Em hemû demê amadene li warên cûda cûda de xizmetê bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikîn, eve yekemîn projeye li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî encam didîn û em piştrastîn li paşerojê de li warê rahênanê da me projeyên giştgîr û zêdetir dibin. Vekirina van cûre xûlan ji bo bilind kirina asta karmendan gelek pêwîste ji bo wergirtina zanist û zanyariyên nû û bikaranîna li karubarê rojane da.

Prof Dr Azad Ragirê Kolêja Kargêriya Zanîngeha Polîteknîka Hewlêrê: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dezgeheke neteweyî û niştimanî û miroviye, em bi dezgeha xwe dizanîn.

Profesorê Yarîdeder Dr Azad, Ragirê Kolêja Kargêriya Zanîngeha Polîteknîka Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û ragihand: Hizr û bîrokeya vê xûlê ji bo me cihê xweşhaliyê bû û me pejirand, ji ber ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dezgeheke neteweyî û niştimanî û miroviye, em bi dezgeha xwe dizanîn. Her wekî çawa Barzaniyê Nemir mulkê hemû Kurd bûye li çar perçeyê Kurdistanê, wiha jî li vê dezgehê dinêrîn û berdewam dibîn li vekirina xûlên dinê li warên cûda cûda da û em bi mala xwe dizanîn.

Previous slide
Next slide
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest