Cîgira Berpirsê UNHCR li Iraqê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Roja 06.10.2021 li bajarê Hewlêrê, xanima Nîkola Eptîng Cîgîra Berpirsê UNHCR li Iraqê bi mebesta zêdetir zanîna bi kar û projeyên cûr bi cûrên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warên mirovî û xêrxwazî û li wargehên koçber û penaberan da, serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir. Di dema serdana şanda Komîsyona Bilinda Penaberên Iraqê, ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî hate pêşwazî kirin û li hevdîtinê de her du alî tîşk xistin li ser wan xizmetên her du alî li warê penaberan û koçberan da encam didin û hevrabûn li ser bihzêkirina peywendiyan û peydakirina rêyeke nû ya ji bo hevkarîkirina koçber û penaberan ku li nav wargehan de nîştecihin û hîç derfeteke din ya peydakirina derbara jiyana wan nîne ji bilî li wan hevkariyan nebê ku ji aliyê dezgeh û rêxistinênan ve pêşkêşî wan tê kirin. Li hevdîtinê de, xanima Nîkola Eptîng behsa awayê xizmetkirina koçber û penaberên li nav wargehan de kir bi taybetî ew wargehên li tixûbên parêzgehên Hewlêr û Dihokê ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi hevbeşî li gel navenda qeyranan her du parêzgehê birêve dibe û mînakeke serkeftiyane li warê îdaredana nîştecihên wargehan da pêşkêş kirine. Her wiha balkişand li ser wê yekê me şarezayiyeke zêde li warê koçber û penaberan heye li rûyê navdewletî de, lê belê li kar û xizmeta koçber û penaberan li navxwe li we fêr dibîn çawa hevkariya xelkê bikîn. Li beranber da, birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, piştî bixêrhatina şanda mîhvan, tîşk xiste li ser wan projeyên li nav wargehan da têne bi cîh kirin û tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke berdewam li xizmeta wan dane û daxwaz û pêdiviyên destpêkî yê jiyana wan dabîn dikin. Her wiha di derbarê rewşa jiyana nav wargehan jî Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Demeke zêdeye ji ber kêmbûna yarmetî û hevkariyên navdewletî ji bo koçber û penaberan, bandoreke gelek xerab kiriye li ser rewşa jiyana wan û eve jî me dilgiran kiriye û berdewam me daxwaz ji rêxistinên cîhanî û xêrxwazên navdewletî kiriye, destê alîkariyê û hevkariyê ji bo wan dirêj bikin. Her wiha bi şanda mîhvan ragihand: Daxwazê ji we dikîn hevkariyeke tevahî li koçber û penaberên li nav wargehan de bikin. Ji ber ku hîç derfeteke wan ya destkeftina maddî nîne ji bo peydakirina debara jiyana wan.

 
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest