Li çarçêweya kerta perwerdeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û li gor destpêka sala nû ya xwendinê, li dirêjahiya helmetên perwerdeyiyê da, 350 kursiyên xwendinê ji bo çend xwendingeheke bajarê Koyê hate dabînkirin. Li rêkefta 25.09.2021 li çarçêweya kerta perwerdeyê da, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane karhêsanî ji bo xwendekar û kerta perwerdeyê dike, li salên derbasbûyî de li warê dabînkirina çanta û pêdiviyên xwendinê da hevkariyê pêşkêşî hezaran xwendekarên li Herêma Kurdistanê kiriye. Îsal jî bi helkefta destpêkirina proseya xwendina (2021-2022) projeya dabînkirina kursiya xwendinê ji bo xwendingeh li tixûbê parêzgeha Silêmanî û Hewlêr heye û bi cîh dike. Li vê demê de jî hemahengî li gel Birêveberiya Giştî ya Perwerdeya Hewlêrê û Birêveberiya Perwerdeya Koyê (350) kursiyên xwendinê ji bo çend xwendingehek li qeza Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê dabînkir.
350 kursiyên xwendinê ji bo çend xwendingeheke Koyê hate dabîn kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest