Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya projeya çavdêriya azîzan da berdewam li hewla baştirkirina rewş û guzeraniya zarokên ezîz daye û li peywendiya berdewamdaye li gel kesayetiyên xêrxwaz û xwedîkar û kompanyayên Kurdistanê bi navê xizmetkirina zarokên sêwî, bi taybetî jî li vê demê de ku Kurdistan û Iraqê bi giştî çendîn sale kêşeya aborî serîhildaye û eve jî bandoreke xerap li ser guzeraniya çînan dirustkiriye, bi taybetî jî li ser zarokên sêwî (ezîzan), ji bo wê yekê li berdewamiya hewlên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û şevnixuniya beşa azîzan û bêhevjînan, karîn bi palpiştiya xêrxwazên Kurdistanê û xwedîkar û kompanyayên navxweyî, qonaxeke dinê dabeşkirina hevkariyê dest pêbikin ku eve jî ji ber destpêka sala nû ya xwendinê karhêsaniyeke gelek baş dibê ku li rûyê kirîna pêdiviyên wan yê xwendinê û berdewambûna li ser proseya xwendinê. Roja yekşem rêkefta (19.09.2021) Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştî li gel kesayetiyên xêrxwaz û xwedîkar û kompanyayên Herêma Kurdistanê dest bi dabeşkirina qonaxeke dinê hevkariyê şeş meh ji bo (3.657) zarokên sêwî (azîz) li projeya azîzên Kurdistanê dike, ku her azîzek li vê qonaxê da (300$) dolarên Amerîkî werdigre. Awayê dabeşkirinê li gor Nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û pereyê dabînkiriya ji bo vê qonaxê bi vî awayê xwarê dibe:
Nivîsîngeha Hewlêr (1.154) ezîz sûdmend dibin pereyê terxankirî (346.200) dolarên Amerîkî dibe.
Nivîsîngeha Dihok (764) ezîz sûdmend dibin pereyê terxankirî (229.200) dolarên Amerîkî dibe. Nivîsîngeha Silêmanî (599) ezîz sûdmend dibin û pereyê terxankirî (179.700) dolarên Amerîkî dibe.
Nivîsîngeha Kerkûkê (747) ezîz sûmend dibin û pereyê terxankirî (224.100) dolarên Amerîkî dibe.
Nivîsîngeha Germiyan (393) ezîz sûdmend dibin û pereyê terxankirî (117.900) dolarên Amerîkî dibe.