Salane Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Konsolgeriya dewleta Kuweyt li Herêma Kurdistanê li rêya rêxistinên xêrxwaziyên welatê Kuweytê projeyên cûr bi cûr yê xêrxwazî û mirovî li Herêma Kurdistanê ji bo xelkê xwecih û koçber û penaberên li nav wargehan da encam didin. Ev proje bandoreke gelek baş li ser baştirkirina rewş û guzeraniya sûdmendan dirustkiriye û cihê hêviyê ye. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi sponseriya Konsolxaneya dewleta Kuweyt li Herêma Kurdistanê û Komeleya Hawar Hatina Kuweytî, Projeya dabeşkirina (7100) paketên xorekê li bajarên (Kerkûk, Nînowa, Hewlêr, Diyale, Dihok, Silêmanî, Helebçe û Bexda) bi cîh dikin. Di derbarê projeyên dabeşkirina (7100) paketên xorekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi sponseriya Komeleya Hawar Hatina Kuweytî bi cîh dikin û têda (7) parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê li xwe digre. Di derbarê çawayiya birêveçûna proseyê, birêz Îsmaîl Ebdulezîz Berpirsê Beşa Hawar Hatina ji nişka ve ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tîşk xiste li ser vê projeyê û ragihand: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Komeleya Hawar Hatina Kuweytî salaneke dûr û dirêje bi spasiyê ve li gel rêxistinên dewleta Kuweytê mil bi milê hevdû projeya xêrxwazî û mirovî li warê cûda cûda da encam didin û me kariye xizmeteke ber bi çav li nîştecihên Herêma Kurdistan û her wiha koçber û penaberên nav wargehan da bikîn. Di derbarê projeya dabeşkirina (7100) paketên xorekê, berpirsê beşa Hawar Hatina ji nişka ve ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê: Ev proje li çendîn bajaran tê bi cîh kirin, ew jî (Li parêzgeha Kerkûk 1.000 malbat, Nînowa 1.000 malbat, Hewlêr 1.000 malbat, Diyale 550 malbat, Dihok 1.000 malbat, Silêmanî 1.000 malbat, Helebçe 550 malbat û Bexda 1.000 malbat) sûdmend dibin û ew paketên hatine amadekirin pêkhatiye ji (Birinc 5 kg, savar 5kg, ard 1 kg, şekir 1kg, zeyt 1kg, nîsk 1kg, çay 0.2kg, xurma 1 kg, doşava temate 0.85kg, rişte 0.2kg, xwê 0.75kg). Hemû hevkarî ji aliyê tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve têne dabeş kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Komeleya Hawar Hatina Kuweytî hevkariya xorekî li 7 parêzgehan dikin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest