Roja çarşemê rêkefta 15.09.2021 li bajaroka Şeqlawe bi amadebûna birêzan (Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Îbrahîm Şêxella Qaymeqamê Şeqlawe û Dr. Cengî Celal) û hejmarek ji kesayetiyên îdarî û kesukarên xwediyê pêdiviyên taybetê deverê, êvariya ahengeke xêrxwaziyê û hunerî ji bo xwediyê pêdiviyên taybetê bajar hate rêkxistin û têda hejmarek gotar hatin pêşkêş kirin û çendîn hunermend ahengeke stranan pêşkêş kirin û paşê tîpa
govenda wargeha Basirme ya penaberan çalakiyên hunerî pêşkêşî amadebûyan kirin.
Destpêka rêwresmê de birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û bi xêrhatina hemû mîhvanan û berpirsên îdarî yên bajarê Şeqlawe kir û balkişand li ser wê yekê: Dilxweşîn îro bi çalakiyeke cûda li awayê karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li xizmeta we yên xweşdiviyan dayîn, bi navê hemû karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasî birayê me yê birêz Dr. Cengî Celal Xoşnaw dikîn ji bo pêşkêş kirina vê bîr û ramana xweşik li gel heval û hunermendên dost, ji bo ku êvareke xweş ji bo xwediyê pêdiviyên taybetê vê deverê birexsênîn. Em li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema karkirina me da hest bi wê yekê dikîn pişt stûrîn bi kultureke mezina bexşîn û hevkarîkirina hevdû ya li nav kultûra Kurdewariyê da.
Paşê birêz Dr. Cengî Celal kesayetiyê bexşer û hevkar û xwediyê bîr û ramana vê çalakiyê, gotarek pêşkêş kir û ragihand: Gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn ku vê bîr û hizra me pejirandin û kareke baş li ser kirin û wekî îro dibînîn li virîn û em hemû pêkvene û keş û hewayeke xweş ya hunerî li ser dibîn. Em xwe bi xweşhal dizanîn îro me vê ahengê ji bo kesukar û xwediyê pêdiviyên taybet ya li devera Şeqlawe rêkxistiye û hêviya serkeftin û jiyaneke baştir ji bo wan dixwazîn.
Her li vê rêwresmê da îbrahîm Şêxella Qaymeqamê Şeqlawe, gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û ragihand: Spas ji bo rêkxistina vê ahenga xweşik ya ji bo xwediyê pêdiviyên taybetê devera Şeqlawe, bêguman ev çîna civakê ku bi gelek sedeman wiha kiriye beşeke ji laş û cesteya xwe ji dest bidin, em hewl didîn pêkve hevkar û hemahengiya wan bîn û kêşe û kêmasiyên wan çareser bikîn û têkilî civakê bikîn. Her wiha ragihand: Cihê destxweşiyê ye Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her ji dema hatiye damezrandin roleke mezin û bi bandor li kertên cûda cûda yên jiyanê da hevkariya çînên civakê kiriye bi taybetî jî çîna herî girîng ya xwediyê pêdiviyên taybet, ji ber ku ev çîn zêdetir pêwîstî bi awirlêdanê ve heye.
Paşê gotara nûnerê xwediyê pêdiviyên taybetê deverê ji aliyê birêz Saman Hacî Abdulla ve hate pêşkêş kirin û got: Bi navê rêxistina Bawer ya ji bo xwediyê pêdiviyên taybet gelek spasî mîhvanan û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dr Cengî Celal dikîn ji bo rexsandina vê ahenga hunerî û xêrxwazî, xwediyê pêdiviyên taybet zêdetirê wan xwediyê behreyên mezin û bêhempane, dikarê li warên cûda cûda da pişt bi şiyana wan ve bê bestin û sûd ji bo civakê û ji bo wan bi xwe jî hebê û berdewam bin li ser bîr û projeyên wan. Xwediyê pêdiviyên taybet herdem dev jê bernedane behreya xwe taqîkirine, eve jî pêwîstî bi piştgîrî û handana zêdetirê hemû aliyek dibe.
Li dawiya êvariya ahengê da hevkariya paketên xorek û tendirûstiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hevkariya kaş ya xêrxwaz Dr. Cengî Celal pêşkêşî (21) xwediyê pêdiviyên taybetê devera Şeqlawe û dewrubera wê kirin.