Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane li destpêka proseya xwendinê ya li Herêma Kurdistanê projeya taybetî ya li warê perwerdeyê de pêşkêşî kerta perwerde û xwendekar û mamostayên li Herêma Kurdistanê da dike. Li nûtirîn projeyê da jî ji ber sala nû ya xwendinê (2021-2022) li rêya sê barhilgiran ve 500 kursiyên xwendinê ji bo xwendingeha Diyarî Qezaz ya bingehîna li parêzgeha Silêmaniyê dabînkir. Rêkefta 16.09.2021 li çarçêweya kerta perwerdeyê da, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane karhêsanî ji bo xwendekaran û kerta perwerdeyê dike. Li salên derbasbûyî de li warê dabînkirina çanta û pêdiviyên xwendinê da hevkariyê pêşkêşî hezaran xwendekarên qonaxa bingehîn ya li Herêma Kurdistanê kiriye. Îsal jî ji ber destpêkirina proseya xwendinê (2021-2022) projeya dabînkirina kursiyên xwendinê ji bo hejmarek xwendingehên li tixûbê parêzgeha Silêmanî û Hewlêrê heye û bi cîh dike. Li vê demê de jî bi hemahengî li gel Birêveberiya Giştî ya Perwerdeya Silêmanî (500) kursiyên xwendinê ji bo xwendingeha (Diyarî Qezazî) ya Bingehîn dabînkir. Li vî derbarî de Sirwe Mistefa Berpirsa Nivîsîngeha Silêmanî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Destpêkê pîrozbahiya sala nû ya xwendinê li xwendekar û mamostayan dikîn, hêvîdarîn îsal proseya xwendinê bi awayeke tendirûst berdewam bê. Me îro li ser daxwaza birêz Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 500 kursiyên xwendinê ji bo vê xwendingehê dabîn bikîn. Ev xwendingeh nû hatiye dirustkirin û pêwîstî bi dabînkirina kelupel û pêdiviyên din hebû, ji bo wê yekê me li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro vê helmetê encamda û hêvîdarîn cîh û kelêneke gelek baş pir kiribê.
