Li çarçêweya kerta perwerdeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bi helkefta destpêka sala nû ya xwendinê li dirêjahiy helmeta perwerdeyiyê da 350 kursiyên xwendinê ji bo çend xwendingeheke bajarê Koyê hate dabînkirin.
Li rêkefta 25.09.2021 li çarçêweya kerta perwerdeyê da, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane kar hêsanî ji bo xwendekar û kerta perwerdeyê de dike, li salên derbasbûyî de li warê dabînkirina çanta û pêdiviyên xwendinê da hevkariyê pêşkêşî hezaran xwendekarên li Herêma Kurdistanê kiriye.
Îsal jî bi helkefta destpêkirina proseya xwendinê (2021-2022) projeya dabînkirina kursiya xwendinê ji bo xwendekarên li tixûbê parêzgeha Silêmanî û Hewlêrê heye û tê bi cîhkirin. Li vê demê de bi hemahengî li gel Birêveberiya Giştî ya Perwerdeya Hewlêrê û Birêveberiya Perwerdeya Koyê (350) kursiyên xwendinê ji bo çend xwendingehek li qeza Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hate dabînkirin.
350 kursiyên xwendinê ji bo çend xwendingeheke Koyê hate dabîn kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest