Rêkefta 28.09.2021 bi amadebûna birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dr Omer Elkendirî Konsolê Giştî yê dewleta Kuweyt li Herêma Kurdistanê û berpirsên îdarî ya bajar, li wargeha Domêz 2 projeya xaniya plastîkî bi mebesta çandin û berhemên çandiniyê hate vekirin. Ev projeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi sponseriya dewleta Kuweyt û Komeleya Hawar Hatina Kuweytî ve hate encamdan û bi vê yekê jî hejmarek malbat jê sûdmend dibin.
Cîgirê Parêzgerê Dihokê: Ev proje hela kar ji bo dehan malbatan direxsêne
Li destpêka rêwresma vekirina xaniya plastîkî ku berubûma çandinê têda têçandin, birêz (Macid Sîd Salih) Cîgirê Parêzgerê Dihokê gotarek pêşkêş kir û tîşk xiste li ser girîngiya dirustkirina van projeyan ku ji bilî wê yekê berhemên çandinê pêşdixe, heman demê de hela kar û debarê jî ji bo dehan malbatên deverê desteber dike, her wiha balkişand li ser wê yekê ku li vê projeyê da 60 malbat sûdmend dibin û spasî Konsolxaneya dewleta Kuweyt û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn berdewam li projeyên xwe yên de girîngiyê didin xelkê vê deverê.
Konsolê Giştî yê dewleta Kuweyt: Ev proje roleke mezin li kêmkirina bargiraniyan de heye
Paşê birêz (Dr. Omer Elkendirî) Konsolê Giştî yê dewleta Kuweyt li Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê dewleta Kuweyt û gelê wê berdewam palpiştê koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û berdewam bi erkê xwe zanîne hevkariya pêwîst ji bo wan dabîn bike, eve em bi erkeke xwe yê mirovî dizanîn ji bo bihanaveçûn û hevkarîkirina birayên koçber û penaberên li Hewlêr û Dihokê. Îro projeyeke din li parêzgeha Dihokê dikin, ew jî projeya xaniya plastîkî ya çandiniyê ye ku roleke mezin heye li kêmkirina bargiranî û hevkarîkirina birayên me yên penaber li parêzgeha Dihok û her wiha li qezaya Şingalê bi heman awayî me projeyên bi vî awayî heye û berdewam dibîn li hevkarîkirina berdewam ya birayên penaberên li Herêma Kurdistanê. Bi armanca kêmkirina bargiraniya li ser milê wan û hêsankarîkirina wan ya destkeftina debara jiyanê.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: hewla baştirkirina jiyana koçber û penaberan didîn
Paşê birêz (Musa Ehmed) Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarekî pêşkêş kir û ragihand: Bi xêrhatina mîhvanên birêz û Konsolê dewleta Kuweyt û rêxistinên wî welatî û gelê wê dikîn ku berdewam hevkariyên cûr bi cûr pêşkêşî koçber û penaberan kiriye û li gel me bi çalakî û projeyên nû pêkve encam bidîn, ev proje ji bo nîştecihên xwecihî cihê xweşhalî û pêzanînê me ye. Her wiha tîşk xiste li ser rewş û guzeraniya koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û ragihand: Gelek ji rêxistinên mirovî kar û çalakiyên wan kêmbûye, eve jî bandoreke xerap li ser rewşê dirustkiriye. Cihê xwe ye destxweşiyê li wan rêxistinan bikin ku berdewam li xizmetkirina van çînên ku li wargehan da dijîn.
Her wiha tîşk xiste li ser vekirina van projeyan û ragihand: Ev proje bi hevkarî li gel dewleta Kuweyt û rêxistinên wî welatî encam didîn projeyên pir girîngin û cihê destxweşiyê ye û hêvîdarîn projeyên din li pey xwe de bîne û bi navê xizmetkirina koçber û penaberan û dirustkirina hela kar û derbara malbatan.