Bi mebesta berdewambûna li proseya xwendinê û kar hêsaniya zêdetir ji bo zarokên sêwî (ezîzan) bi hevkariya Konsolê Giştî yê Îmarat li Herêma Kurdistanê xwendingehek li wargeha Hesenşam ya taybet bi koçberan hate vekirin. Rêkefta 30.09.2021 li çarçêweya wan projeyên ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel bexşer û sponserên xwe encam dide, girîngiyeke zêde bi proseya xwendinê daye, bi vê navê de jî Konsolê Îmarat li Herêma Kurdistanê li ser erkê xwe xwendingeheke taybet bi wan zarokan vekir ku sêwî ne û ew jî ku ji xwendinê veqetiyabûn vekir û heman demê de kursiya xwendinê û pirtûk û perawge û cilubergên xwendekaran ji bo wan hate dabînkirin.
Xwendingehek li wargeha Hesenşam tê vekirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest