Projeyeke xizmetguzariyê li wargeha Dareşekran hate ragihandin

Projeya Tool Servis ku rêxistina Şinebaya Aştî ya Amerîkî li wargeha penaberên Rojavayê Kurdistanê bi hemahengî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi cîh dike, piştî vekirina dehan xûlên rahênanê di derbarê çawayiya bikaranîna amêrên kehrebayî, tevahiya projeyê radestî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin. Rêkefta 29.09.2021 piştî encamdana dehan xûlên rahênanê bi jinan û zilamên wargehên penaberên li tixûbê parêzgeha Hewlêrê ku rêxistina Şinebaya Aştî ya Amerîkî erkê bi cîhkirinê girtibû stûyê xwe, li rêwresmek da projeya (Darashakran Camp Workshop Area) radestî kargêriya wargeha Dareşekran kirin. Li vê projeyê da penaber û rêxistin dikarin tevahiya karên dirustkirin û lehîm kirin û karên peywist bi kehreba û av û avero li vê cihê li bin serpereştî û rêkarên serpereştiyarên taybet û rahênan da bi encam bigihînin, girîngiya vê projeyê xwe li wê yekê da dibîne kar hêsaniyeke tevahî ji bo penaberan û rêxistinan dike her wiha selametiyeke zêdetir dabîn dike di dema encamdana karê wan, li vê projeyê da tevahiya nîştecihên wargehê û rêxistinan dikarin sûd ji vê projeyê bibînin ji bo bi cîhkirina îş û karên wan.

Previous slide
Next slide
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest